Komxebata Endazyariyê di roja duyemîn de didome

Komxebata Endazyarî ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Gund û bajarên ekolojîk ên birêxistinkirî û bajarvanî” di roja duyem de berdewam e.

Komxebata Endazyariyê di roja duyemîn de didome
29 ÇILE, 2023   09:08
HESEKÊ

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Odeya Endazyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navenda Lêkolînan a Firatê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, zanîngehên Rojava, Şerq û Kobanê duh bi beşdariya 140 nûnerêm saziyên Rêveberiya Xweser, endazyar û akademîsyen dest pê kir.

Di roja duyemîn û dawîn de, rûniştina çaran a komxebatê bi sernavê “Mîrasa bajarvaniyê ya herêmê û rêbazên parastina wê, danîna pergala bajarvaniyê li gorî felsefeya neteweya demokratîk” ji aliyê profesorê şûnwaran ê navenda Firatê Silêman Ilyas ve hat birêvebirin.

Di rûniştinê de 3 beşên sereke hene; “Avakirina axî ya li herêmê” ku endazyarê ji Misirê Hena Neîm Hena bi rê ve dibe. Beşa duyemîn bi sernavê “Pergala bajarvanî li gorî felsefeya neteweya demokratîk” ku Hevserokê Şaredariya Batmanê ya Bakurê Kurdistanê Nejdat Atalay bi rê ve dibe. Beşa sêyemîn jî bi sernavê “Plansaziya nûjen a bajaran” ku endazyar û serokê Daîreya Pîşeyî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Xelîl bi rê ve dibe.

Rûniştina 5`an a bi sernavê “Tecrubeyên şaredariyan û pêşketina teknolojiyê” ku cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer bi rê ve dibe. Rûniştin ji 4 beşan pêk tê. Ya yekê bi sernavê “Nîqaşkirina tecrubeya şaredariyan a Rêveberiya Xweser” ku endazyar û hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bi rê ve dibe. Di beşa duyem de dê tecrubeya şaredariyên herêma Baskê; şaredariya Galdaco û şaredariya Arentria dê ji aliyê endazyara mîmarê ya herêma Baskê Lingo Hernando û aktîvîsta civakî û siyasî Azbia Otagi ve were nîqaşkirin. Di beşa sêyemîn de dê mijarên enerjî, avakirina zîrek ji aliyê endazyarê mîmarê yê Zanîngeha Rojava Xalid Fetah ve were nîqaşkirin.

Beşa çaran dê pergala agahiyên cografî ji aliyê endazyar û seroka Beşa Nivîsgeha Pîşeyî ya Minbicê Ala Kesmo ve were birêvebirin.

Tê payîn komxebat îro êvarê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA