Rêxistina Sara cezaya darvekirina li dijî jina ducanî şermezar kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê cezaya darvekirinê ya li dijî girtiya Kurd Şehla Ebdî ya di girtîgehên dewleta Îranê de şermezar kir û hişyarî li ser zêdekirina darvekirinên li Îranê da.

Rêxistina Sara cezaya darvekirina li dijî jina ducanî şermezar kir
29 ÇILE, 2023   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi daxuyaniyekê cezayên darvekirinê ku dewleta Îranê li dijî welatiyan pêk tîne, şermezar kir.

Dadgeha Îranê bi îdia û hinceta jina ducanî ya bi navê Şehla Ebdî ku wêneyê Xumeney di xwepêşandanên li Urmiyê de şewitandin, cezayê darvekirinê lê birîbû.

Rêxistina Sara hişyarî li ser zêdekirina sûcên darvekirin, qetilkirina û çewisandinê li dijî pêkhateyên olî û etnîkê yên ji hêla desthilatên Îranê ve dabû.

Rêxistinê di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku rejîma Îranê û rejîmên dîktator muhasebe bikin û dawî li cezayên darvekirinê bînin.

Her wiha rêxistinê bang li tevahî azadîxwaz, jinên çalakger û têkoşer, nivîskar, rewşenbîr û karkgerên di hemû beşan de kir ku li hember sûcên li dijî jinan bisekinin.

(fr)