Ezab El Ebûd: Çareserî bi hevdîtinên Şam û Rêveberiya Xweser pêkan e

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Mibicê Ezab El Ebûd diyar kir ku nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, ji bo pêkneanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an e û destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi diyaloga bi Rêveberiya Xweser re pêkan e.

Ezab El Ebûd: Çareserî bi hevdîtinên Şam û Rêveberiya Xweser pêkan e
29 ÇILE, 2023   06:19
MINBIC- ŞÊRÎN SERXAN

Piştî civîna 28`ê Kanûnê ya di navbera wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker, hempîşeyên wî yên Rûsya û Sûriyeyê de li paytexta Rûsyayê Moskovê, piştî wê jî axaftina li ser hevdîtina di navbera wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê û dewleta Tirk de, axaftina rayedarên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ya têkildarî nêzîkbûna her du aliyan bi paş ket.

Li hember nêzîkbûna her du aliyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn derketin, li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî jî gelek xwepêşandan hatin ldiarxistin. Her wiha ji ber dijberiya Amerîkayê û serdana dawîn a wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker ji Amerîkayê re di 17`ê Çileyê de, dengên li Tirkiyeyê ku propagandaya vê nêzîkbûnê dikirin, kêm bûn.

Têkildarî mijarê, seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê û gundewarên wê Ezab El Ebûd ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hevdîtinên bi vî rengî ji bo pêkneanîna biryarên navneteweyî, bi taybet biryara Konseya Ewlehiyê ya NY`ê ya 2254’an e. Ezab got: "Ji ber ku li gorî wê biryarê banga çareseriya siyasî li Sûriyeyê bi rêya diyalogê, rawestandina tundiyê, avakirina hikumeteke demkî, nivîsandina destûreke nû dike. Ev normalîzekirina têkiliyan ne li gorî biryarên navneteweyî ye, armanca wê tenê rizgarkirina her du rejîman ji hilweşînê ye."

Ezab El Ebûd anî ziman ku hikumeta Şamê di aliyê aborî û ewlehiyê de di rewşeke dijwar de ye û wiha dom kir: “Li herêmên hikumeta Şamê xwepêşandan hene. Aloziyên hikumeta Tirkiyeyê jî hene, bi taybet di mijarên hilbijartin û penaberên Sûriyeyê de. Hewldanên her du rejîman hene ku bi rêya peymanên ku nakevin berjewendiya gelê Sûriyeyê, aloziyên xwe bi dawî bikin.”

'ÇARESERYA YEKANE YA ALOZIYA SÛRIYEYÊ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E'

Ezab bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser jî û got: “Hewl didin derbeyê Ii vê projeyê bixin. Ji ber ku li xweşiya fikrê zordest û dadgeriyê nayê. Xeteriya van nêzîkbûnan ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê li ser berjewendiya gelê Sûriyeyê bi giştî ye. Ji ber ku ji bilî projeya Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhate hembêz kirin û parastine, tu projeyeke çareseriya siyasî ya li gorî hêviyên sûriyeyiyan. Ya ku şer bi dawî bike û dagirkerî û terorê tune bike, nehat pêşkêşkirin.”

Ezab El Ebûd têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê jî got: “Çareserî bi hevdîtinên di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêkan e. Çareserî bi dewleta Tirk a dagirker re ku hîna çarenûsa sûriyeyiyan kontrol dike, gefan lê dixwe, binesaziyê xira dike, şêniyan dide koçberkirin û demografiya herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê diguherîne, nabe.”

(cx)

ANHA