MÎT′ê li Efrînê welatiyek din revand

Çeteyên Firqeya ′El Hemze′ yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand û radestî îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) kir.

MÎT′ê li Efrînê welatiyek din revand
29 ÇILE, 2023   07:24
 ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên Firqeya ′El Hemze′ ya Turkmen, welatiyê bi navê Tewfîq Hesen (45) ê ji gundê Qeregolê ku li taxa Zêdiyê ya Efrînê dimîne di 22`yê Çileyê de revand û radestî MÎT`ê kir. Heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.

Di çarçoveya qirkirina komî, guheritna demografiya herêmê û tengavkirina şêniyên li kantonê mane de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê berdewam in.

(şx)

ANHA