ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2023
28 ÇILE, 2023   23:00

-Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Leyla Qertemînî li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo vedişêrin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn a dawîn de li hola Serdem a bajarê Hesekê dewam dike, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê sersaxiyê ji malbata gerîlayên HPGʹê şehîd Dîcle Rohat û Andok Serhed re dixwazin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, meşekê li gundê Ewseclî li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li bajarokê Hecînê ya bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan di roja duyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Deebûl ku 76 sal beriya niha ji Idlibê hatiye Qamişlo, jiyana bi Kurdan re gelekî hêja dîtiye û li 19’ê Tîrmehê de tevlî şoreşê bûye. Ji malbatê 7 kesan di refên YPG’ê de cîh girtine, ji wana 3 kes şehîd bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Rêveber a PYD′ê ya Herêma Firatê Ehmed Xoce da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê û dagirkirina herêmê ye. Şêniyên herêmî jî piştgiriya xwe ji bo QSD′ê û operasyonên wê nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwan û malbatên şehîdan diyar kir ku ew jiyana bêyî rêber Abdullah Ocalan red dikin û got ew ê bi hemû rê û rêbazan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Mibicê Ezab El Ebûd diyar kir ku nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, ji bo pêkneanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an e û destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi diyaloga bi Rêveberiya Xweser re pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

7 projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojava di Pêşangeha Teknolojiyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girt. (BI WÊNE Û DÎMEN),

CÎHAN

- Rojnameyên erebî diyar kirin ku vekirina rêya M4 a Idlibê gava yekemîn a Tirkiye ya ber bi normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re ye. Li qadên Iraqê jî careke din xwepêşandan dest pê kir. Piştî aramiyê pêşbaziya dewleta Tirk û dewletên Iraqê derbasî qada siyasî dibe û dê Sûdanê yek ji qadên vê pêşbaziyê be.

JIN

- Bi nêzîkbûna lidarketina Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan re ku dê 1-2`yê Adarê li Qamişloyê li dar bikeve, berpirsên mîhrîcanê daxwaznameyên tevlêbûnê werdigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA