Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê didome: 6 çete hatin girtin

Di çarçoveya Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê de, 6 çete ji aliyê hêzên pêngavê ve hatin girtin û miqdarek mezin a cebilxaneyan hat desteserkirin.

Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê didome: 6 çete hatin girtin
28 ÇILE, 2023   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê têkildarî roja 4ʹemîn a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di roja çaremîn de operaysonên lêgerînê li bajarê Reqa û gundewarê wê, bajarokên Mensûra û Sirînê û gundewarên wê hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ʹʹHêzên hevbeş, duh miqdareke mezin a cebilxane û topan dîtin û 6 çeteyên DAIŞʹê girtin.

Ji girtiyan berpirsekî peydakirina cihê rûniştin û veşartina şaneya terorîst heye. Vê şaneyê  di dawiya Kanûna borî de êriş bibirû ser beşê rojava yê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Her wiha ji girtiyan çeteyek din hebû ku di teqandina alavan ji dûr ve xibitî û li perwerde li ser vî karî dîtibû.

Hêzên hevbeş vê sibehê operasyonên lêgerîn û kontrolkirinê li taxa Firatê ya bajarê Reqayê û herêma Sefsafa ya gundewarê Tebqayê dabû destpêkirin. Operasyon dewam dike.ʹʹ

(bb)