​​​​​​​Însiyatîfa Nûn ji bo wefata Recaî Fayîd peyama sersaxiyê da

nsiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan, ji bo wefata Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Komîteya Erebî ya Azadî ji Ocalan re nivîskar Dr. Recaî Fayîd peyama sersaxiyê weşand.

​​​​​​​Însiyatîfa Nûn ji bo wefata Recaî Fayîd peyama sersaxiyê da
28 ÇILE, 2023   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan, ji bo wefata Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Komîteya Erebî ya Azadî ji Ocalan re, nivîskar Recaî Fayîd peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hat gotin: " Ji bo wefata endazyar, lêkolîner, nivîskarê kar û barên kurdî, yek ji alîgirên doza kurdî, Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê, Koordînatorê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, endamê Meclisa Misir a Kar û Barê Derve Recaî Fayîd, em êş û xemgîniyeke mezin sersaxiyê dixwazin. Recaî Fayîd duh (Înê 27ʹê Çileya 2023ʹyan) wefat kir. Hêjaya bibîrxistinê ye ku Recaî Fayîd der barê parastina pirsgirêka kurdî bi giştî û azadiya rêber Ocalan bi taybet de gelek ked dan. Ji pirtûka wî ya herî navdar "Ocalan.. rêber û doz" e. Recaî Fayîd yek ji ronakbîr û nivîsên navdar e yên ku elaqayê didin rewşa kurdî. Birêz Recaî ji bo ku îsbat bike ku Kurd beşek ji welatên erebî ne û ne dijmin in kedek mezin da. Recaî Fayîd her tim banga hevkariya erebî-kurdî û xebateke hevpar li hemberî pirsgirêk û gefên hevbeş dikir.

Bi navê Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan, em sersaxiyê ji malbata Recaî Fayîd, hevalên wê yên nivîskar, lêkolîner û şagirtên wî û gelê Misirê re dixwazin. Em ji xweda dixwazin ku wê bi dilovaniya xwe şad bike û sebirê bide malbatê."

(bb)