Bi 3 droneyan êrişî baregeheke leşkerî ya Îranê hate kirin

Şeva berê bi 3 droneyan êrişî kargeha Wezareta Parastinê ya Esfehanê ya hêzên Îranê hate kirin.

Bi 3 droneyan êrişî baregeheke leşkerî ya Îranê hate kirin
29 ÇILE, 2023   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di derengiya şevê de bi droneyan êrişî komelgeha kargeha Wezareta Parastinê ya li bajarê Esfehan hatiye kirin, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatiye têkbirin.

Hate ragihandin ku êriş saet 23:30’ê şeva berê de pêk hat û tenê droneyekê li hedefa xwe da. Hate gotin, 2 droneyên din ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin teqandin.

Wezareta Parastinê Îranê bê ku çavkaniya droneyan eşkere bike got: “Di encama êrişê de tu ziyanên canî çênebûne, tenê banê kargehê zirar dîtiye.”