​​​​​​​Berdevka YPJ'ê: Dîroka fîdabûnê ya jinên ji Rindê Xan heta Avêsta Xabûr didome

Berdevka YPJ`ê destnîşan kir ku dîroka kurdan tijî fîdabûn e û got: “Ji Rindê Xan bigire heta bigihêje Avêsta Xabûr bi pêşengiya jinan rêgeza fîdabûnê bi pêş ket..”

​​​​​​​Berdevka YPJ'ê: Dîroka fîdabûnê ya jinên ji Rindê Xan heta Avêsta Xabûr didome
27 ÇILE, 2023   00:52
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Wek îro anku 27`ê Çileya 2018`an, şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Avêsta Xabûr di Berxwedana Serdemê de li gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedaî li dar xist. Bomeya di destê xwe de teqand, tankeke ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker tê de bûn, rûxand.

Çawa ku têkoşera fedakar Arîn Mîrkan berê şerê li dijî DAIŞ’ê ya Kobanê guherand û bi çalakiya xwe ya fedaî zirareke mezin gihand DAIŞ’ê, her wiha têkoşera fedakar Avêsta Xabûr jî li ser şopa wê bû û Berxwedana Serdemê derbasî qonaxeke nû ya şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê kir.

Di salvegera 5'emîn a şehîdbûna Zelûx Hemo (Avêsta Xabûr) de, berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed destnîşan kir ku dîroka kurdan tijî fîdabûn e û got: "Eger em bala xwe bidin dîrokê em ê bibînin ku ev fîdabûn bi pêşengiya jinan bi pêş ket. Ji Rindê Xan dest pê dike, heta bi Besê, Zerîfe, Leyla Qasim, Bêrîtan, Zîlan, Sara Rûken û heta bi şoreşa Rojava didome. Mirov dibîne çawa rêgeza berxwedan û fîdabûnê bi pêşiya jinan ji bo azadiya xwe, demokrasî û nasnameya kurdî bi pêş ket."

RÊGEZA BERXWEDAN Û FÎDABÛNÊ

/kr/uploads/files/2023/01/26/191852_-.webp

Rûksen Mihemed wiha domand: “Di berxwedana Kobanê de û bi pêşengiya Arîn Mîrkan rêgeza fîdabûnê bi pêş ket. Wê berxwedanê li seranserî cîhanê deng veda, çalakiya Arîn Mîrkan hevsengiya şer tevde guhert û nasnameyek nû da YPJ’ê. Îro jî YPJ’ê ji bo guhertina hişmendiyê û avakirina civakeke demokratîk û azad tê dikoşe.”

Rûksen Mihemed destnîşan kir ku têkoşera fedakar Avêsta Xabûr piştî hizirîneke mezin biryara çalakiya xwe da û got: "Divê kûrahiyeke îdeolojîk û siyasî, baweriyeke civakî û dîrokî û hizirîneke baş berî pêkanîna çalakiyên bi vî awayî, hebin. Ji ber ku pêkanîna van operasyonan ne tiştekî hêsan e û pêwîstiya wê bi îradeyeke pir xurt heye, ku ev îrade jî li ba her kesî tune ye."

Rûksen destnîşan kir ku di şexsa Avêsta Xabûr de rihê berxwedanê û rizgariya ji hişmendiya baviksalariyê derket pêş û şehîd Avêsta ber bi pêkanîna jiyaneke azad ve gavên cidî avêtin û gelek perwerdeyên leşkerî û fikrî ji bo îsbatkirina xwe dîtin.

Rûksen îşaret pê kir ku YPJ'ê li ser bingeha pêkanîna azadiya jinan, avakirina civakeke demokratîk û azad û bidawîkirina hişmendiya baviksalariyê hat damezirandin, li ser vê bingehê jî şervan tê koşiyan û bi sedan ji wan şehîd bûn."

YPJ'Ê RÛGEHA HEMÛ JINAN E

Rûksen wiha li axaftina xwe zêde kir: "Jinên enternasyonalîst, Ereb û yên ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hêza me bûn, ji ber ku wan di vê hêzê de felsefeya jiyana azad û hêviya jiyanê dîtin, ev jî nîşan dide ku YPJ'ê gihîşt hemû jinan."

Rûksen diyar kir ku Berxwedana Serdemê heta niha li kampên Şehbayê didome û koçberên ku bi darê zorê ji Efrînê hatine koçberkirin îsrara xwe ya vegera li Efrînê teqez dikin. Her wiha diyar kir ku berxwedana şervanên YPG'ê, YPJ'ê, jin, zarok û temenmezinên Efrînê hişt ku Berxwedana Serdemê bibe destan û nimûneya qehremaniyê.

Rûksen wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker xwest bi dagirkirina Efrînê re tola ji ber destanên qehremaniyê hilîne. Em dibînin jî ku hemû cûreyên sûcan li dijî şêniyan û xwezayê pêk tîne û demografiya herêmê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen, diguhere."

Rûksen sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Efrîna dagirkirî û bêdengiya cîhanê di serî de rêxistinên hiqûqî û yên jinan şermezar kir û banga damezirandina komîteyekê ji bo şopandina sûcên dewleta Tirk a dagirker û cezakirina wê kir.

VEGERA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ LI WARÊ XWE MISOGER E

Rûksen Mihemed destnîşan kir ku ew êd heta pêkanîna azadiya hemû jinan têkoşînê bidomînin, her wiha ew dê li gor tecrubeyên ku di şerê Efrînê de girtine û şerê gel ê şoreşgerî, têkoşîna xwe bi awayên cuda li deverên dagirkirî di serî de li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker pêş bixin û wan sûcan bê cezakirin nehêlin.

Di dawiya axaftina xwe de Rûksen Mihemed soza parastina destkeftiyên şehîdan û rizgarkirina deverên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker da.

(mh/şx)

ANHA