​​​​​​​Şêniyên Qamişlo beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn

Şêniyên Qamişlo ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn ku bi rêya avakirina komîteyan di nava komînan de dest pê kir.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn
26 ÇILE, 2023   01:43
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Hemleya komkirina îmzeyan roja sêşemê ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi koordîneya Însiyatîfa Sûriyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di bin diruşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ji bo wî dikin" hate destpêkirin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Ev hemle piştî lidarxistina civînan bi komîn û nûnerên saziyan re li ser asta bajarok, navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin da ku komîteyên pispor werin avakirin û mekanîzmeya komkirina îmzeyan û destpêkirina hemleyê bişopînin ku dê di 15 'ê Sibatê de bi dawî bibe.

XEBATA KOMÎTEYÊN KOMKIRINA ÎMZEYAN

Têkildarî wê, endamê Komîteya Komkirina Îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Silêman Şêxî diyar kir ku komîteyên her bajarok, navçe û bajaran ji endamên Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên girêdayî wê hatine avakirin.

Komîte ji 3 kesan pêk tê û ji aliyê komîn û saziyan van tê şopandin. Bi wan re têkildar e û her sê rojan îmzeyên kom dikin. Her wiha beriya ku hemle dest pê bike bi komînan re civiyan û ji wan re mekanîzmeya komkirina îmzeyan şîrove kirin.

Silêman Şêxî diyar kir ku beşdarbûna şêniyan di hemleyê de pir e û bang li gelê herêmê kir ku beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bibin da ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

ROLA KOMÎNAN

Hevserokê Komîna Şehîd Mihemed Ebdo ya navçeya Qamişlo Hatim Xelîl destnîşan kir ku komkirina îmzeyan bi rêya belavkirina endamên komîteya girêdayî komînan di nava taxên girêdayî wê de dest pê kiriye.

Hatim diyar kir ku beşdarên hemleya komkirina îmzeyan di bin nameya Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê de nav, paşnav û navê bajarê xwe bi bîr dixin û îmzeya xwe li binî dikin.

Hatim Xelîl azadiya tevahî civakan di azadiya rêber Abdullah Ocalan de dît û got: "Ev hemle pir girîng e da ku zext li ser rêxistinên cîhanê bikin ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

DENGÊ KURDISTANÊ BIGHÎNIN TEVAHÎ CÎHANÊ

Welatiya bi navê Efra Mûsa (66) ya ji navçeya Amûdê sedemên beşdarbûna wê di hemleya komkirina îmzeyan de eşkere kir û got; “Ez ji bo azadiya rêber xwe tev li hemleyê bûm. Ez hêvî dikim ku bi rêya vê çalakiyê em tecrîdê bi dawî bikin û azadiya rêberê xwe di zûtirîn dem de pêk bînin.”

Efra balkişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û got: “Ew rêberê gelê Kurdistanê ye. Ji me re gelek tişt pêşkêş kir heta em gihaştin vê rojê. Dengê Kurdistanê gihan seranserî cîhanî. 24 sal di ser komploya navneteweyî ya li dijî wî derbas bû, lê heta niha tecrîda girankirî berdewam e. Em tiştekî li ser tenduristiya wî em nizanin.”

Welatiya bi navê Nofa Esed ku tev li hemleya li navçeya Amûdê bûye, diyar kir ku ew amade ne têkoşînê berdewam bikin ji bo ku tecrîd bi dawî bibe. Nofa bang li şêniyan kir ku tev li hemleyê bibin.

(dm/şx)

ANHA