Zarokan li Qamişlo kevneşopiya “Zêw” li dar xist

Ji ber derengbarîna baranê li herêmê zarokên taxa Zeytûniyê kevneşopiya “Zêw” li dar xist.

Zarokan li Qamişlo kevneşopiya “Zêw” li dar xist
25 ÇILE, 2023   17:42
QAMIŞLO

Di nav çanda gelê Kurd de dema di zivistanê de baran nebare, weke çandekê bûka baranê çêdikin û lave dikin ji bo ku baran bibare. Îsal jî ji ber hişkesaliyê li taxa Zeytûniyê ya bajarê Qamişlo zarokan kevneşopiya Zêw li dar xist.  

Zêw yek ji çanda gelê Kurd e ku dema baran nabare yan jî dereng dimîne tê li dar dixe. Zarok bûkekê çêdikin navê wê dikin “bûka baranê”.  Her wisa zarok di nava herêma lê de mal bi mal digerin, stranên taybet dibêjin, daxwaza qutê dikin. Piştî wê dayîkek quta ku zarokan kom kiriye, xwarinek jê çêdike, zarok lê kom dibin û dixwin.

Îro li taxa Zeytûniyê ya bajarê Qamişlo malbata Ferhat Elî Mêdî ji bo zarokan xwarin çêkir. Zarokên taxa xwe û yên taxên derdora xwe kom kirin û xwarin dan zarokan. Tişta balkêş beriya zarok dest bi xwarinê bikin, hemûyan bi hev re destên xwe hildan jor û dua kirin ku baran bibare.

Dayîka bi navê Kurdistan Omer wiha qala vê kevneşopê kir: “Her sala dema nabare, em vê kevneşopiya kevnar a bav û kalan li dar dixin. Îsal jî me xwarin çêkir, me xwest zarok dua bikin ji bo ku baran bibare.”

Dayîkê di dawiyê de hestên xwe wiha anî ziman: “Ji ber zarok dilpaqij in duayên wan qebûl dibin. Ez bi hêvî me ku daxwaza van zarokan were cih û baran bibare.”

ANHA