Kongra Star a Helebê encamnameya kongreya xwe ya 9'an nîqaş kir

Kongra Star a Helebê civînek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist, tê de encamnameya kongreya 9'emîn a ku li Hesekê hatibû lidarxistin, nîqaş kir.

Kongra Star a Helebê encamnameya kongreya xwe ya 9'an nîqaş kir
25 ÇILE, 2023   17:47
HELEB

Kongra Star a Helebê ji bo nîqaşkirina encamnameya kongreya 9'emîn a komgrê civînek li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Di civînê de endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclis beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/01/25/153534_aamnh-khdhrw.webp

Di serî de endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Amne Xidiro perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan de xwendin.

Piştre sînevîzyonek li ser dîroka têkoşîna jinan a li hember pergalên xwedî hişmendiya baviksalariyê û kevneperestiya li nav civakan, her wiha li ser xebatên rêxistinî yên Kongra Star ên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşandan.

Her wiha, Amne Xidiro rapora salê ya Kongra Star a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend û got: "Xurtkirina neteweya demokratîk di warê siyasî de ji bo biserxistina şerê gel ê şoreşgerî û pêşxistina neteweya demokratîk bi giştî girîng e. Di heman demê de jî ji bo pêşxistina pergala konfedralîzma jinan û biserxistina têkoşîna jinan jî girîng e."

Piştî wê pergala hevseroketiyê hat xwendin ku tê de wiha hate gotin: "Pergala hevseroketiyê ya Rêber Ocalan ji me re çareseriya azadiya jinan pêşkêş kir ku eger em bi awayekî rast wê bi kar bînin, ew wek derfeteke dîrokî ji bo jinan tê dîtin."

Di dawiya civînê de rapora xebatên Kongra Star û encamnameya konferansa wê ya 9'emîn ji bo pratîkkirina wê hatin xwendin.

(mh/şx)

ANHA