Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê sersaxî ji malbatên qurbaniyên Şêxmeqsûdê re xwest

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a kantonên Efrîn û Şehbayê û rûspiyên eşîrên Helebê sersaxî ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûd re xwest.

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê sersaxî ji malbatên qurbaniyên Şêxmeqsûdê re xwest
25 ÇILE, 2023   16:01
HELEB

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a kantonên Efrîn û Şehbayê û rûspiyên eşîrên Helebê sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantonên Efrîn û Şehbayê Necah Hisên sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û berxwedana wan a li taxê silav kir û got: "Şehîd namirin."

Her wiha, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonên Efrîn û Şehbayê Ebdulhenan Mamo wiha axivî: "Ev êş êşeke giran a gelê Kurd e, ji ber wê jî em vê êşê bi gelê xwe re parve dikin ji ber ku êşa me tevan e."

Mamo destnîşan kir ku yekbûna gel di rewşên wek vê rewşê de cihê serbilindiyê ye û hêvî kir ku bûyerên wiha dubare nebin.

(mh)

ANHA