QSD`ê şaneyeke DAIŞ`ê li Dêrazorê girt

QSD`ê endamên şaneyeke DAIŞ`ê girtin ku di leşkerkirina endaman, peydakirina desteka meydanî û lojistîk ji bo şaneyan de çalak bû.

QSD`ê şaneyeke DAIŞ`ê li Dêrazorê girt
24 ÇILE, 2023   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek parve kir ku endamên şaneyeke DAIŞ`ê li Dêrazorê girtine.

Daxuyaniya navendê wiha ye: “Di çarçoveya operasyonên hêzên me de Yekîneyên Antî Terorê (YAT) şemî anku 21`ê Çileyê operasyonek li rojhilatê Dêrazorê li dar xist.”

Navendê da zanîn ku operasyon bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyeke DAIŞ`ê li bajarokê El Şihîl ê rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye ku destekê dide terorê, endaman tev li şaneyê dike, desteka meydanî û lojistîk ji şaneyên DAIŞ`ê re pêşkêş dike. 

Navendê destnîşan kir ku operasyon li ser du qonaxan li dar ketiye ku di encamê de berpirsê şaneyê û 2 endamên pê re hatin girtin.

Her wiha YAT`ê dabenceyek, kilaşîkovek û 4 telefon bi wan re bûn, desteser kirin.

 (şx)