Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê sersaxî da malbatên Şêxmeqsûdê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê sersaxî da malbatên kesên ku ji ber hilweşîna avahiyê ya li taxa Şêxmeqûsdê jiyana xwe ji dest daye û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê sersaxî da malbatên Şêxmeqsûdê
23 ÇILE, 2023   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê peyama sersaxiyê da.

Di peyamê de hate gotin: "Li gel ambargoya ku rejîma Sûriyeyê li ser wan ferz kiriye, mercên mirovî yên zehmet, ev qezeya biêş azarê gelê me yê berxwedêr ê li Şêxmeqûd û Şehbayê yê ku piştî dagirkirina Efrînê bi zorê hatine koçberkirin, zêdetir kiriye. Tevî wê jî rêxistinên mirovî û yên navneteweyî erkên xwe yên mirovî bi cih nayînin."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê berxwedana xelkên li kampên Şehba û taxa Şêxmeqûsdê ya li hemberî siyasetên dagirkerî û dorpêçê silav kir û got: "Em xemînigiya ji ber vê felaketê bi wan re parve dikin. Em diyar dikin ku em ê bi hev re têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin heta ku Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û şêniyên me bi ewle vegerin warê xwe."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin. Her wiha bang li hikumta Şamê kir ku dev ji kiryarên ku xizmeta armancên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dikin, berde.

(bb)

ANHA