Rojnameyên erebî: Vekirina rêya M4 gava yekemîn a Tirkiyeyê ya ji bo normalîzekirinê ye

Nêzîkbûna Şam û dewleta Tirk a dagirker, hevrikiya li Sûdanê û aloziya Lubnanê mijarên îro rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Vekirina rêya M4 gava yekemîn a Tirkiyeyê ya ji bo normalîzekirinê ye
23 ÇILE, 2023   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹVEKIRINA M4’Ê JI BO NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN GAVA YEKEMÎN A TIRKIYEYÊ YE’

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Di demekê de ku li eniyên Helebê şerê di navbera hêzên rejîmê û hêzên Tirkiyeyê û komên alîgirên wê dijwar e, tevgerên Tirkiyeyê yên li Idlibê  yên ji bo vekirina rêya navneteweyî Heleb-Kaziqiyê (M4) dest pê kirin. Ev tevger wekî pêkanîna bendekî peymana bi Rûsyayê re ye ku 5ʹê Adara 2020ʹî li Moskovê hatibû îmzkirin. Dibe ku ev tevger gava yekemîn a aktîf a di çarçoveya normalîzekirina têkiliyên Enqere û rejîma Sûriyeyê de ya bi sponseriya Rûsyayê de be.

Piştî paşxistina civîna wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê ya ku dihat gotin vê Çileyê hatibû lidarxistin û daxuyaniyên Enqereyê yên girêdayî îhtîmala lidarxistina civîna duyemîn a wezîrên parastinê, beriya civîna wezîrên karên derve ya ku dê navîna Sibata bê de were lidarxistin, êdî Moskova naxwaza ku rêveçûna normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê winda bibe, ruxmî ku helwestên wan ji hev dûr in.

Di civîna wezîrên parastinê ya ku 28ʹê Kantûna borî hatibû lidarxistin de, giranî dan dosyaya vekirina rêya navneteweyî ya Heleb-Laziqiyê (M4). Berdewama girtina vê rêyê ji dema îmzekirina lihevkirina li Moskova ve ya di Adara 2020ʹê de, xaleke neynî bû ku Moskov li ser Enqereyê tomdar kiribû. Ev dosya careke din danîn ser masaya dan û standin û hevdîtinên ji bo normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û rejîma Sûriyeyê. Li gorî çavkanî û raporên çapemeniyê, Tirkiye dixwaze bi çavdêriya sêalî ya ji aliyê xwe ve ya bi Rûsya û rejîmê re vê rêyê veke. Rejîm dixwaze vê rêyê bi tememî kontorl bike, ku hêzên wê piraniya wê kontrol kiriye, lê hêzên Tirkiye û komên girêdayî wê beşeke biçûk a vê rêyê kontorl bike.

Li gorî raporan, berpirsên artêş û îstîxbarata Tirkiyeyê agahî dane komên xwe ku amadekariyên vekirina vê rêyê bikin. Her wiha agahî dane ku, Tirkiye dixwaze beriya radestkirina vê rêyê bi temamî bo rejîmê destpêkê çalakbûna makanîzmeya tevkariya sêalî biceribîne û divê destpêkê teqez bike ku şer û pevçûnên nû li ser vê rêyê rû nede ku bibe sedema pêleke nû ya koçberiya ber bi xaka wê ve û di encamê de aloziya penaberan a ku bendekî sereke yê dan û standinên bi rejîm û Rûsyayê re kûrtir bibe.

Di raporan de hate gotin, hefteya borî du civîn di navbera berpirsên Tirk û fermandarên ʹHeyet Tehrîr El Şamʹ de hatin lidarxistin. Parastina nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê yên li ser vê rêyê û divê tu kes nêzîkî wê nabe hatin nîqaşkirin. Her wiha hate gotin ku eger lihvekirin ligel Şam û Moskova çêbibin, divê tu karên ku bibin sedema têkbirina plana vekirina rê neyên kirin.

Heman demê Tirkiye plana vekirina rêya M4, rêya derbasbûnê di Sûriyeyê de ya bi rêya vekirina deriyê Bab El Hewa yê di bin seriya Heyet Terhrîr El Şam de pêşniyar kir."

‘DEWLEMENDIYÊN SÛDANÊ; QADEKE NÛ YA HEVRIKIYA DEWLETA TIRK Û EREBAN’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Sûdanê wiha nivîsî: “Hevrikiya di navbera dewleta Tirk û welatên Ereban de piştî ku di aliyê ewlehî û siyasî de kêm bû, di aliyê aborî de zêde dibe. Piştî zêdebûna veberhênanên di ware çandiniyê de li Sûdanê û ji bo peydakirina pêwîstiyên dexlûdan û madeyên xwarinê ku ji ber şerê Rûsya-Urkraynayê dijwartir bû, dê Sûdan yek ji girîngtirîn qadên vê hevrikiyê be.

Dewleta Tirk hewl dide bi awayekî nepenî hevrikiya projeyên welatên Kendavê bike. Hin raporan behsa vê yekê kir ku hin welatên Kendavê amade ne di warê çandiniyê de li Sûdanê de veberhênanên mezin bikin û ji axa berhemdar a wî welatî sûd wergirin. Li gorî hin lêkolînên erebî, dibe ku Sûdan pêdiviya cîhana erebî ya xurekê peyda bike.

Dewleta Tirk û Sûdanê muzakereyek îmze kir, armanc jê hevkariya di warên çandinî û sewalvaniyê ye.

Ev gav hewldanên Enqereyê yên girîdayî guhertina di meylên wê yên derve de xurt dike. Ew hewl dide li şûna tevgerên ewlehiyê, tevgerên aboriyê bixe meriyetê da ku têkiliyên xwe yên siyasî xurt bike û serweriya xwe li herêmê mayînde bike.

Misir, li hember veberhênanên çandiniyê yên Siûdiyê, Îmarat û Qeterê li Sûdanê û hevkariya aborî ya Sûdan-Tirkiyeyê bi fikar e. Ji ber ku ev yek serweriya siyasî ya wan welatn zêde dike û giraniya klasîk a Qahîreyê li Sûdanê kêm dike, her wiha bandorek neyînî li projeyên hevkariyê yên aboriyê ku têpyaîn di navbera Sûdan û Misirê de pêk werin.

Qahîre ditirse ku berfirehbûna van veberhênanên çandiniyê yên Tirkiye û Kendavê, bi avakirina bendavan li ser çemê Neîl li Sûdanê bi encam bibe, ku bi vê yekê dê otomatîk para Sûdanê ji avê zêdetir bibe.”

‘LUBNAN; GELO DÊ SERHILDANA 17`Ê OCTOBERÊ DUBARE BIBE?’

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Lubnanê de wiha nivîsî: “Piştî ku zêdetirî 3 sal di ser Serhildana 17`ê Octoberê (2019) re derbas bûn ku encama hilweşîna darayî, aborî û civakî bû, di çend saetên derbasbûyî de pirsên têkildarî dubarebûna vê senaryoyê derketin holê.”

(bb,cx)