Li Şêxmeqsûdê cenazeyekî din hate derxistin

Hejmara kesên ku ji ber hilweşîna avahiyê ya li taxa Şêxmeqûsd a Helebê jiyana xwe ji dest da, bû 16.

Li Şêxmeqsûdê cenazeyekî din hate derxistin
23 ÇILE, 2023   08:37
HELEB

Tîmên rizgarkirin û rewşên awarte, bi beşdarbûna bi sedan şêniyan cenazeyên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqûsdê derdixin.

Vê sibehê cenazeyê welatiyê bi navê Subhî Carûr ji bin kavilan hat derxistin.

Bi vê yekê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest daye, bû 16 û 2 kes jî birîndar in.

 (bb)

ANHA