Çalakiyên li Rojhilat û Îranê didomin

Çalakî û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Çalakiyên li derve jî ji bo zextê li cîhanê bikin ku Artêşa Pasdaran wek ‘rêxistineke terorîst’ bê ragihandin, dewam dikin.

Çalakiyên li Rojhilat û Îranê didomin
23 ÇILE, 2023   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh ku di heman demê de salvegera damezirandina Komara Kurdistanê bû, bi awayekî cuda li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin kirin.

Li Serdeşt û Mehabadê gelek ciwanên Apoyî, ji bo salvegera Komara Kudistanê çalakî kirin û diyar kir ku dê li ser şopa armancên Komara Kurdistanê û serxistina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bimeşin.

Li Îranê bi awayê nivîsandina dirûşm û daliqandina pankartên li cihên giştî, çalakiyên nerazîbûne pêk hatin.

Li Tehranê astengdar jî li dijî rakirina budçeya taybet a astengdaran nerazîbûn nîşanî hikumeta Îbrahîm Reisî dan.

Li derveyî Îranê, li bajarê Fransa Parîsê, Glasgow, Scotland û paytexta Belçîka, Brukselê hejmarek çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî kirin û ji welatan xwestin ku Supay Pasdaran bi fermî weke ‘rêxistinek terorîst’ nas bikin. Di heman çarçoveyê de hejmarek ji çalakvanên Kurd û Îranî li bajarê Toronto yê Kanadayê karwanek wesayîtan organîze kirin û li nav bajêr geriyan. Çend dirûşmên li dijî Supay Pasdaran û desthilata Îranê bilind kirin.

Kolektîfa “Jin, Jiyan, Azadî” duh bi bangawaziyekê ragihandibû ku ji bo piştgirî û parastina destkeftiyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” wê di 28’ê Çile de li paytexta Brîtanyayê Londonê meşekê li dar bixe.

Meş dê di saet 13:00’an de li ber BBC’yê dest pê bike û heta saet 16:00’an dewam bike.