KNK: Heta statuya Şengalê neyê mîsogerkirin jenosîd dikare dûbare bibe

KNK’ê ragihand ku biryara Meclisa Federal a Almanyayê ya ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan biryareke girîng e, lê belê heta ku statuya Şengalê û ewlehiya Êzidiyan neyên mîsogerkirin jenosîd dikare dubare bibe.

KNK: Heta statuya Şengalê neyê mîsogerkirin jenosîd dikare dûbare bibe
23 ÇILE, 2023   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara Meclisa Federal a Almanyayê ya ku sûcên li dijî Êzidiyan hatine kirin weke qirkirinê nas dike, biryareke girîng e, lê belê heta ku statuya Şengalê û ewlehiya Êzidiyan neyên mîsogerkirin jenosîd dikare dubare bibe û ji ber vê yekê jî hin daxwaz û bendewarî kir.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê wiha ye: “Piştî Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) û deh dewletan, Meclisa Federal a Almanyayê jî qirkirina di sala 2014’an de li dijî xelkê me yê Êzidî pêk hatibû weke Jenosîd qebûl kir. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vê biryarê bi girîngî dizane!

Di sala 2014’an de xelkê me yê Êzidî tûşî êrişeke bi mebesta qirkirinê Êzidiyan ya ji aliyê DAIŞ’ê û hin hevkarên wê hatibû. Armanc û hedefa vê qirkirinê, ku xelkê me yê Êzidî ji holê rakirin bû û helbet DAIŞ’ê bi tena serê xwe nekiribû, hevkarên wê hin dewletên herêmî jî hebûn.

Biryara Meclisa Almanyayê bi danasîna Jenosîdê biryareke erênî ye, lê ji bo çareserkirina pirs û dermankirina ku di dilê xelkê me yê Êzidî de vekeriye têr nake!

Daxwaz û hêviyên KNK’ê di serî de ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hemû saziyên navdewletî yên di vê mijarê de biryar girtin e, ku tişta bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye, weke Jenosîdê bi navkirinê raste û di cihê xwe de ye. Lê biryar bi vî rengî têrê nake. Pêwîstî bi hin biryarên din li gorî pîvanên wê çawa jenosîd dubare nebe û heta radeyekê zerar û ziyanên wan bê telafîkirin. Ewlekarî û statuya xelkê me yê Êzîdî bê mîsogerkirin! KNK van daxwaz û hêviyan ji saziyên navdewletî dike ku bi van erkên xwe rabe û li gorî pîvanên çareserkirin pirsên xelkê ku tûşî jenosîdê bûn bi heman rengî ji bo xelkê me yê Ezidî jî tevbigere:

– Ewlekariya xelkên Êzidî li Şengal û welatên ku lê niştecih bûne misoger bike

– Îradeya xelkê Êzidî û statuyeke fermî ji bo herêma Şengalê bê naskirin.

– Dadgehkirina DAIŞ’ê û hêzên tevlî qirkirinê bûne li Dîwana Adeletê bê qebûlkirin û bê darezandin.

– Şengal û deverên xelkên Êzidî lê niştecîhin ji êrişan, di serî de ji êrişên Tirkiyeyê bêne parastin.

– Ji bo jinûve avakirina Şengelê projeyeke navdewletî bi pêşengiya xelkê Şengal bê destpêkirin.

– Derfetan bo xelkê Êzidî ji bo vegerin ser cih û warên xwe peyda bike.”