ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-1-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-1-2023
22 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li gel ragihandina şînê li tax, qurbaniyên avahiya hilweşiyayî, oxir dikin saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Hevjiyana azad bingeha avakirina civakeke demokratîk û a azad e” werşeyeke kar li hola civînan a Meclisa Rêveber a Minbicê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû pêkhate, sazî, tevger û rêxistinan kir ku bi awayekî çalak beşdarî hemleya berhevkirina îmzeyan bibin ku dê heta 15 'ê Sibatê dewam bike da ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rojnamevan Qasim Qesîr ê ji Lubnanê anî ziman ku lihevkirin û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pêwîstiyeke nîştimanî ye û rêya herî kurt a parastina Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên Minbicê planên dewleta Tirk a dagirker ên vejandina çeteyên DAIŞ′ê red kirin ku jê armanc dikin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin. Her wiha soza piştgiriya QSD`ê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên diyar kir ku Kongra Star hewl dide hemû komîteyên xwe li ser asta meclisan bi rêxistin bike, biryar û projeyên xwe pêk bîne û xwe bigihîne hemî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê jî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

Bi rêbaz û sîstemeke nû ya xebatê, Navenda Pêşxistina Ciwnanan a girêdayî Desteya Ciwan û Werzîşê dewreyên pîşeyî û fikirî dan destpêkirin, bi wê yekê armanc dike ku behreyên ciwanan bi pêş bixe û rola wan di civakê de xurttir bike. (BI WÊNE )

CIVAK Û JIYAN

Ji ber kêmbûna baranê, cotkarên bi fikar in ku çandiniya wan a bejî têk biçe. Gerînendiya Çandinî û Avdanê ya Kantona Qamişlo jî tedbîran digre. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA