Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku endamê wê Subhî Mihemed roja înê di encama kirîza dil de şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
22 ÇILE, 2023   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamê xwe Subhî Mihemed de daxuyanî da û ev agahî parve kirin:

 “Endamê me yê li bajarokê Zirgan, înê 20’ê Çileyê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, di encama krîza dil de gihişt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Subhî Mihemed

Navê bav: Teleb

Navê dayikê: Nûra

Cih û dîroka Tevlêbûnê: Dirbêsiyê 13/8/2014

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan 20/1/2023

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Subhî re dixwazin û bi rêz û hurmet li hember giyanê şehîdên xwe yên bi rûmet disekinin. Her wiha em soza şopandina rêya şehîdan heta ku em ewlehî û aştiyê bi dest dixin, nû dikin.”

(şx)