′Em ê li hember şertgiriyên têkbirina îstiqrara herêmê berxwedanê dewam bikin′

Rûspiyên eşîrên Minbicê planên dewleta Tirk a dagirker ên vejandina çeteyên DAIŞ′ê red kirin ku jê armanc dikin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin. Her wiha soza piştgiriya QSD`ê da.

′Em ê li hember şertgiriyên têkbirina îstiqrara herêmê berxwedanê dewam bikin′
23 ÇILE, 2023   00:47
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker, piştî di dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê de bi bin ket, êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Armanca wê ji van êrişan çeteyên DAIŞ′ê vejîne, berjewendiyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne, ewlehî û îstiqrarê têk bibe.

Girêdayî mijarê, yek ji rûspiyên Minbicê Şêxo Mihemed wiha got: "Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew in ku çeteyên DAIŞ′ê vejîne, da ku timayên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê pêk bîne."

Mihemed wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hîna bi hemû derfetên xwe wek pere, çek, derman destekê dide DAIŞ′ê. Her wiha piştî êrişên wê yên li dijî herêmê bi bin ketin û ji bo ku derbeyê li ewlehî û îstiqrara herêmê bide, şaneyên DAIŞ′`ê kirin tevgerê."

Mihemed wiha pê de çû: "Gelê me yê berxwedêr dê bi berxwedana xwe, herêmên Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rizgar bike. Ji lew re divê gelê Sûriyeyê ji siyaset û niyetên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker hişyar û baldar be. Ji ber ku ew armanca dike rûbera dagirkirina xwe firehtir bike."

Li aliyekî din jî yek ji rûspiyên eşîra El Bobena ya Minbicê Farûq El Maşî wiha axivî: "Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê bide, rêxistinên terorîst vejîne û çeteyên xwe li herêmê çalak bike."

El Maşî wiha domand: "Em ê, heta hilweşandina tevahî şertgiriyên bi armanca derbekirina ewlehî û îstîqrara herêmê, berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Gelê herêmê di oxira jiyaneke azad û rûmet de zarokên xwe feda kirin. Em serî ji dewleta Tirk a dagirker natewînin û em nahêlin destkeftiyên şoreşa me têk bibe."

El Maşî wiha dawî li gotina xwe anî: "Welatiyên herêmê bi hemû beş û pêkhateyên xwe soz didin QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku piştgiriya wan bikin, da ku ewlehî û îstiqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û nahêlin alozî li herêmê belav bibe."

(fr/şx)

ANHA