​​​​​​​PYD`ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî re xwest

PYD`ê sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûd û şifa ji birîndaran re xwest. Her wiha siyaseta ne heq a rêxitsinên mirovî li hember koçberên Efrînê yên li Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dimînin şermezar kir û bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêça li ser her du taxan bi dawî bike.

​​​​​​​PYD`ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî re xwest
22 ÇILE, 2023   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniya xwe de got: “Êşa gelê me li Şêxmeqsûdê êşa me hemûyan e û em piştgiriya wan dikin.”

Meclisê siyaseta ne adil a rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê yên navneteweyî li hember koçberên Efrînê yên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dimînin şermezar kir û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku erkên xwe bînin cih û piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin.

Meclis bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji siyasetên tengavkirina welatiyan û dorpêça li ser her du taxan ji aliyê Firqeya 4`an ve ji 15`ê Tebaxa 2022`yan ve hatiye ferzkirin, bidawî bike. Dest bi diyalogeke nîtşimanî ya sûriyeyî bike da ku aloziya welêt bi dawî bibe ku di encama zihniyeta zordest û hewldana vegerandina Sûriyê heta beriya 2011`an de çêbûye.

Meclisê wiha domand: “Mixabin, me vê sibê agahiya hilweşîna avahiyekê li taxa Şêxmeqsûd li ser niştecihên wê bihîst ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de zarok hene. Her wiha hîna xebatên derxistina welatiyan ji bin kavilan heta kêliya nivîsandina daxuyaniyê berdewam e û agahî hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Di heman demê de dorpêça tengav hîna li ser taxê ji aliyê hêzên rejîmê ve berdewam e ku azarên niştecihên taxê zêde dike.”

Her wiha meclisê diyar kir ku hilweşîna avahiyê, xwezayî ye û encama topbaran ketober a komên terorîst ên Artêşa Azad li dijî taxê sala 2015`an e.

Meclisê daxuyand ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şêniyên wê ber bi Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve koçber bûn. Her wiha neçar man ku di mal û avahiyên nîvruxandî de û avahiyên ku binesaziya wan ji ber topbaranê zirar dîtine, bimînin.

Di dawiyê de meclisê got: “Xuyaye ku mirin û dorpêç hertim qedera koçberên Efrînê ye ku di jêrzemînên tarî yên îstixbarata Şam û Enqereyê de hatiye plankirin ji bo ku vîna vî gelî bişikînin, hêvî û destkeftiyên wî têk bibin. Lê vîna ku li ser dozeke rewa û fikrekî pabend ava bûye, ne gengaz e ku hêzên zordest wê têk bibin.”

(şx)