​​​​​​​Bîlançoya nû ya qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya Şêxmeqsûdê

Hejmara kesên ku ji enqazam hatine derxistin gihîşt 18 kesan, ji wan 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 din jî birîndar in. Ajansa me navên qurbaniyan û wêneyên wan bi dest xistin.

22 ÇILE, 2023   15:11
HELEB

Bîlançoya qurbaniyên avahiya 5 qatan a hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê zêde bû. Heta niha ku hejmara wan gihîşt 18 kesan, ji wan 16 jiyana xwe ji dest dane û 2 din birîndar in.

Ajansa me navên qurbaniyan bi dest xistin. Navên wan wiha ne:

Malbata Zerîfe Îbo: Zerîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14), Avliyan Îbo (13). Mistefa Îbo jî (17) birîndar e. Ev malbat jî ji gundê Qeretepe yê navçeya Şêrewayê ye ku piştî dagirkirina Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin.

Malbata Carûr a ji pêkhateya Ereb: Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10), Yûsif Carûr (3) û dayika wan Meys Memdûh Carûr û xizma wan wîsal Carûr, her wiha bapîrê zarokan jî Cemal Carûr birîndar in. Lê heta niha bavê zarokan Subhî Carûr nehatiye dîtin.

Malbata Waêl Rîhanî: Waêl Mihemed Rîhanî (37) ê ji gundê Çolaqa ya Cindirêsê û hevjîna wî Dua Silêman a ji Qamişloyê (29) û pitika wan Îvane Waêl Rîhanî (20 roj).

Malbata Redwan Mihemed: Redwan Mihemed Sebrî (55) ê ji gundê Xelnêrê û hevjîna wî Zeyneh Ehmed Receb Osman (42) ya ji gundê Xirêbkê yê navçeya Şera, ku ew jî ji kantona Efrîna dagirkirî hatin koçberkirin û li taxê bi cih bûn.

Malbata Resûl Îbo: Resûl Îbo (46) û hevjîna wî Gulînaz Kedro (33).

Tîmên Awarte canezeyek din dît lê nasnameya wê hîn nediyar e.

Her wiha xebatên lêkolîn û derxistina şêniyên asêmayî bi alîkariya bi sedan şêniyên taxê didomin.

(mh)

ANHA