Kongra Star: Serê malbatên qurbaniyên avahiya hilweşyayî sax be

Koordînasyona Kongra Star têkildarî avahiya ku li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hilweşyaye daxuyaniyek da û got: "Em seraxiyê ji tevahî gelê xwe yê Helebê re dixwazin, di heman demê de ji hemû birîndaran ‎re saxî û selamtiyê dixwazin." ‎

Kongra Star: Serê malbatên qurbaniyên avahiya hilweşyayî sax be
22 ÇILE, 2023   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî bûyera hilweşîna avahiyekê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Vê sibehê me bi bûyereke xemgîn roja xwe pêşwazî kir, bûyera hilweşandina avahiya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ku bûbû meqseda gelê me di gelek deman de, bi taybet dema dagirkirina Efrînê. Ji ber bi deh hezaran berê xwe da Şêxmeqsûdê. Lê wisa xuya dike ku Heleb jî nebû cihê ewlehî û aramiyê  ji bo wan. Em dikarin bêjin  ku ev bûyer encama polîtîkayên dewletên desthilatdar ên ku ji bo gelên Sûrîyeyê projeyên çareseriya siyasî bi pêş nexistin.  Mixabin ji ber encama şer û ji ber kevinbûna avahiyên taxê duh nîvê şevê avahiyek ku 5 malbat tê de bi cih dibûn bi temamî hate xwarê, tê de 21 kes hebûn û mêvanên ku ji Şehba jî li gel wan bûn. Di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar jî hene. Em  weke Meclîs û Koordînasyona Kongra Star li kêlek gelê xwe yê berxwedêr ê Efrîn û Helebê ne,  di her warî de em ê hewl bidin ku birîna gelê xwe derman bikin. Her wiha gereke dewleta Sûriyêyê jî bi erka xwe rabe û bi lez ambargoya li ser Heleb û Şehbayê  rake.

Di dawiyê de em seraxiyê ji tevahî gelê xwe yê Helebê re dixwazin, di heman demê de ji hemû birîndaran re  saxî û selamtiyê dixwazin."