​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Bi hinceta doza Nûra El Ehmed tevliheviyê çêdikin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bi hinceta doza Nûra El Ehmed û keça wê nêzî sed kesî xwepêşandanek li dar xist. Lê di xwepêşandanê de êrişî navenda edaletê û cihê mehkemê kirin, bombeyên destan bi kar anîn û di encamê de 5 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Bi hinceta doza Nûra El Ehmed tevliheviyê çêdikin
22 ÇILE, 2023   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Îro (22′yê Çile), li bajarê Reqayê komek kesên ku hejmarên wan ser sed kesî re bûn ku ‎meqsedên wan cuda bûn, lê kuştina jina bi navê Nûra El Ehmed û keça wê ya 8 salî kirin hincet û êrişî navenda edaletê kirin, mehkeme şewitandin û 30 girtiyên ku ji bo celseya xwe hatibûn, dan revandin û cihê mehkemê hemû texrîb kirin. Lê ev yek bes nedîtin û daketin sûkê û li wir jî texrîbat çêkirin. Lê  ji wan hinek hatin girtin û yên ku tev li bûyerê bûne wê bên girtin û teslîmî edaletê bibin.

Me li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin ku her kesê ku destê wî di texrîbatan de hebûn tedbîrên ku tên xwastin wê di heqê wan de bên girtin.

Em bang li gelê xwe yê li Reqayê dikin ku bi edaletê bawer bin. Her çar kesên ku destên wan di kuştinê de hebûn, hatin girtin û teslîmî edaletê hatine kirin. Ji ber vê yekê gelê me divê li benda biryarê ku der heqê van kesên ku were girtin de, bimîne.

Ev koma ku tevliheviya îro ya neyasayî derxistiye di nav van de hinek kesan li hember hêzên me bombeyên destan bi kar anîne û di encama vê de 5 hevalên me birîndar bûn.

Ev kesên ku ev kiryar kirine jî bê hesab namînin.