Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD′ê Rojhat Hesekê ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser Rimêlanê de şehîd bibû, oxir kir. Şêniyan piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî re nîşan da.

Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin
22 ÇILE, 2023   12:48
HESEKÊ

Di merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Mihemed Hacî Mihemed (Rojhat Hesekê) de bi hezaran şêniyên Hesekê, endamên saziyên leşkerî û sivîl û malbatên şehîdan amade bûn.

Şervanê Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) Rojhat Hesekê 19`ê Çileyê di encama êrişa balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker de li dijî nuqteya Têkiliyên Leşkerî li Rimêlanê, şehîd bibû.

Di merasîma li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hate lidarxistin de, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û wiha got: "Em bi şehîd Mihemed û hemû şehîdên ku di oxira vê xakê de canê xwe feda kirine, serbilind e."

Cewad sersaxî ji malbata şehîd û hemû gel re xwest.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo jî wiha axivî: "Ev ne şehîdê yekemîn ê malbata Paşo ye. Ev malbat bi welatparêzî, wefedarî, girêdana bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re tê nasîn."

Selmo diyar kir ku şehîd Rojhat kurê yekane yê malbata xwe bû, lê tevî wê jî israr kir ku tevlî QSD′ê bibe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze û wiha got: "Em ê şopandina rêça şehîdan bidomînin."

Her wiha li ser navê malbata şehîd Rojhat, Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Evîn Paşo jî axivî û anî ziman ku bi tevlêbûna xwe car din li nava Meclisa Malbatên Şehîdan serbilind in.

Evînê wiha domand: "Ji ber ku dijmin rojên xwe yên dawîn dijî, bi hemû rêbazan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

Evîn wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîn, israr û baweriya me bi Rêveberiya Xweser ku bi fedakariyên şehîdan hate damezrandin, bişikîne. Lê tu kes nikare vîna me bişikîne. Bi her şehîdekî/ê re israr û hêza me xurttir dibe."

Evîn Paşo sozda ku ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî dewam bikin û heta pêkanîna serkeftinê ew ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û li ser rêça şehîdan bin.

Piştî axaftinan, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehîd Rojhat Hesekê xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

(fr/cx)

ANHA