Rewakirina mêtîngehan a ji aliyê ENKS`ê ve hat şermezarkirin

Koçberên Efrînê, ENKS ku avakirina mêtîngehan li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rewa kiribû, şermezar kir.

Rewakirina mêtîngehan a ji aliyê ENKS`ê ve hat şermezarkirin
22 ÇILE, 2023   12:20
ŞEHBA

Bi dehan koçberên Efrînê li qada sereke ya kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyekê hevkariya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir. Di kombûnê de wêneyê şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsên "Em koçberên Efrînê fedayî Efrînê ne" hatin vekirin.

Hevserokê Meclisa Kampa Berxwedan Şoreş Îsa bi zimanê erebî û endama Meclisa Kampa Serdemê Gulîstan Mistefa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî dagirkirina Efrînê di 18ʹ Adara 2018ʹan de û koçberkirina bi darê zorê ya piraniya niştecihan ji erdîngariya wan, heta roja me ya îro rûpelên herî tarî li du hev tên. Sûc û kiryarên herî hovane hatin kirin. Armanc ji kiryarên tirkkirin, guhertina nîşaneyên reseniya herêmê, sûcên talankirin, desteserkirina milkan, îşkencekirin, girtin û qetilkirinê yên li dijî niştecihên resen ên li herêmê mane, ew e ku ji welatê xwe derkevin û planên sereke yên herî xeternak ên hikumeta Tirk a dagirker werin bicihanîn."

Di daxuyaniyê de îşaret bi guhertina demografiyaya kantona Efrînê hate kirin û wiha hat domandin "Kirinên guhertina demografî sûcekî sîstematîk ê li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî van kiryaran civata navneteweyî bêdeng e. Ji wê zêdetir hinek aliyên herêmê di van kiryaran de cih digirin û di navbera wan de koordîne heye. Bi van kiriyran dixwazin hebûna Kurdan a li herêmê ji holê rakin û malbatên komên çekdar li şûna niştecihên resen bi cih bikin. Avakirina mêtîngehên îxwanî rêbaza sereke ya guhertina demografî ye. Bi rêya gelek komele û rêxistinan, di serî komeleyên kuwêtî, filistînî û qeterî mêtîng têne avakirin. Avakirina van mêtîngehan ne rewşeke demkî ya mutleq e mîna ku hin rêveberên ENKSʹê pênase dikin û xetereya wê red dikin. Nemaze dema ku spasiya rêxistinên îxwanî yên ku mêtîngehan ava dikin, kir û wekî komelgeyên niştecihbûnê bi nav kirin. Bê guman ev plan bi desteka îstîxbaratî ya rêxistinkirî tê kirin. Cihê mixabinî û şermezariyê ye ku ENKSʹê sûcên dagirkeriyê dinixwimînin. Heta niha hîna endamên ENKSʹê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li herêmên me wekî dagirkerî pênase nakin, lê wekî rizgarkirin nîşan didin. Evnan ku girêdayî dagirkeran in dagirkeriyê rewa dikin, hincetan ji sûcên wan re diafirînin û rûyê wan ê nexweşik spî didin nîşandan. Her wiha rola wênrakirina hebûn û mafên gelên me pêk tînin.

ENKSʹê carçoveyeke siyasî ji kiryarên dagirkeran re ava dike, hincetan ji sûcên wan derdixe an jî sûcan înkar dike û di ragihandinê de sûcên çeteyên dagirker wekî kiryarên ferdî wesif dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê berxwedan û têkoşîn dewam bike heta ku bi rûmetî vegerin Efrînê.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

(bb)

ANHA