​​​​​​​Sedema hilweşîna avahiya li Şêxmqsûd çi bû?

Xizmên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmqsûd a Helebê gotin ku avahiya hilweşiyayî di dema êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 2016`an de li dijî taxê, ziyan dîtibû.

​​​​​​​Sedema hilweşîna avahiya li Şêxmqsûd çi bû?
22 ÇILE, 2023   13:11
 HELEB-EBDO MIHEMED

Heta vê kêliyê di encama hilweşîna avahiyekê li taxa Şêxmqsûd de, 15 kesan ku 5 ji wan zarok, 5 jî jin in, jiyana xwe ji dest dane, 2 kes birîndar in û hin kesên din hîna di bin avahiyê de asê mane. Xebatên lêgerînê ji aliyê tîmên rizgarkirinê û bi sedan niştecihên taxê ve dewam dikin.

Nûçegihanê me têkildarî bûyerê bi hejmarek xizmên qurbaniyan re hevpeyvîn kir.

Welatiyê bi navê Eymen Îbo destnîşan kir ku zarok û hevjîna apê wî hîna di bin avahiyê de asê mane û tenê kurapê wî Mistefa Îbo (17) hatiye derxistin, ew jî ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku li taxê yekane nexweşxane ye.

Li gorî Eymen Îbo, navên xizmên wî yên windayî wiha ne: Zarîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14), Olviyan Îbo (13) ku ji gundê Qeretepe yê navçeya Şera ya Efrînê ne û piştî dagirkirina Efrînê hatibûn koçberkirin.

Îbo her wiha destnîşan kir ku wî her tim serdana wan dikir û got ku avahiya ku lê diman ji ber topeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 2016`an de, ziyan dîtibû.

BERIYA HILWEŞE, AVAHÎ DAKETIBÛ

Welatiya bi navê Şêrîn Mihemed Rîhanî jî got ku kurapê wê Waêl Mihemed Rîhanî (37) ê ji gundê Çolaqa yê Cindirêsê û hevjîna wî Dûaa Silêman (29) a ji Qamişlo tevî pitika xwe Îvana Waêl Rîhanî (20 roj) hîna di bin avahiyê de asê mane.

Şêrînê, destnîşan kir ku malabata kurapê wê beriya sê rojan ji hilweşînê, daketina avahiyê çend sentîmetroyan hîs kiribû.

Heta niha têkildarî hilweşîna avahiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu daxuyanî nedaye.

(cx)

ANHA