Dagirker li Efrînê revandina welatiyan û wêrankirina xwezayê didomînin

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî raghand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Şiyê welatiyek revandin. Çeteyên “Feyleq Şam” jî li navçeya Şêrawa 100 darên zeytûnan birîn.

Dagirker li Efrînê revandina welatiyan û wêrankirina xwezayê didomînin
22 ÇILE, 2023   08:27
ŞEHBA

Çavkaniyan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê welatiyê bi navê Îhsan Emîn Dilî (55) bi hicetên bêbingeh revandiye.

Li navçeya Şêrewa jî, çeteyên “Feyleq Şam” nêzî 100 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Kemal Mamed ê ji gundê Biric Heyderê birîn.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên mîna kuştin û revandinê li dijî nişticihên resen ên Efrînê û guhartina demografiyaya herêmê, dewam dikin.

(zh/cx)

ANHA