Komîteya Şilêr ji bo parastina zarokan bangawazî kir

Komîteya Şilêr a têkildarî mafên zarokan nerazîbûn nîşanî şehîdxistina zarok Ehmed Ebdulxenî Salim di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de, da û bang li rêxistinên têkildar kir ku li hember qetilkirina zarokan rabin û berpirsiyariyên xwe bînin cih.

Komîteya Şilêr ji bo parastina zarokan bangawazî kir
22 ÇILE, 2023   08:55
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Çileyê de li nêzî Rawestgeha Arî ya li xaçrêya gundê Maşûqê (7 km li rojhilatê Tirbespiyê ya Qamişlo) erebeyek bombe kir. Zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim ê 12 salî ku di êrişê de ji serê xwe birîndar bibû û li nexweşxaneyek Qamişlo dihat dermankirin, duh (21`ê Çileyê) şehîd bibû.

Komîteya Şilêr a têkildarî mafên zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên lidijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kişandin û hat gotin: “Di van êrişan de zarokên me şehîd dikevin. Di 18`ê Çileyê de, dewleta dagirker bi balafirên bêmirov li aliyê gundê Maşûqê yê di navbera Dêrik û Qamişlo de erebeyek bombebaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim yê 12 salî ji serê xwe ve birîndar bû, tevî hemû hewildanan jî duh li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo jiyane xwe ji dest da.”

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan, zarokan ji mafê jiyana ewle bêpar dihêle.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan hat kirin xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin û zextê bikin da ku dawî li van êrişan bê anîn.

Bang li her kesê bi wijdan jî hat kirin ku li hember qetilkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rabin.

(dg/cx)