Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi hevkariya Şîrketa Şemal, bermahiyan ji beşê başûr rojavayê Navenda Çand û Hunerê yê rûxiyayî radike. Piştî bidawîbûna xebatên rakirina bermahiyan, wê projeya ji nû ve amadekirina wî beşî were destpêkirin.

Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê
Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê
Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê
Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê
Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê
Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê
Xebatên restorekirina beşê rûxiyayî yê Navenda Çandê ya Tebqayê
22 ÇILE, 2023   08:06
TEBQA

Komîteya Çand û Hunerê bi hevkariya Şîrketa Şemal a Avakirinê, dest bi rakirina bermahiyan ji her du qatên beşê başûr rojavayê navenda çandê kir, ku di dema dagirkeriya çeteyên “Artêşa Azad” li herêmê (2013) di êrişên hewayî yên hikumeta Şamê de hatibû rûxandin.

Xebatên rakirina bermahiyan wê heta dawiya Sibata bê berdewam bikin. Piştre wê projeya ji nû ve aamdekirinê bi lêçûna 65 hezar dolarî (ji budçeya taybet bi projeyên Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê ya sala 2023`an), were destpêkirin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Elaye anî ziman ku komîte li gorî derfetên xwe kar dike da ku navenda çandê bi temamî ji bo lidarxistina çalakî û feslîtvalan amade be.

El Elaye destnîşan kir ku dê bermahiyên ku ji pêşiya deriyê başûrê navendê jî bên rakirin û derî ji nû ve bikeve xizmetê, her wiha dê parka li hember navendê jî bê amadekirin.

Beşê başûr rojavayê navendê berê ji Peymangeha Çanda Gelêrî û Navenda Hunera Şêwekariyê pêk dihat.

(cx)

ANHA