Di operasyona hêzên Iraqê de 2 DAIŞ`î hatin kuştin

Li nêzî Kerkûkê bi operasyona Hêzên Dijî Terorê ya Iraqê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Di operasyona hêzên Iraqê de 2 DAIŞ`î hatin kuştin
21 ÇILE, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên Saziya Dijî Terorê ya Iraqê, li herêmên Dola Zeytun û rêzeçiyayê Hemrîn ê Kerkûkê di kemîneke taybet a Hêzên Dijî Terorê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku hinek stargehên DAIŞ’ê jî hatine rûxandin û çek û teqemeniyên bi wan re hatine desteserkirin.

(şx)