Rojnameyên erebî: Êrişî balafirgeha Amerîkayê ya li Sûriyeyê hat kirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da êrişa li dijî balafirgeheke Amerîkayê ya li Sûriyeyê, aloziya li Iraqê û rewşa Yemenê.

Rojnameyên erebî: Êrişî balafirgeha Amerîkayê ya li Sûriyeyê hat kirin
21 ÇILE, 2023   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DRONÊN BIÇEK ÊN ÎRANÊ ÊRIŞÎ BAREGEHA AMERÎKAYÊ YA LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ KIR’

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivisî: “Duh balafirên bêmirov ên biçek ên nenas, êrişî baregeha Tenef a Amerîkayê ya li başûrê Sûriyeyê kir. Beriya wê jî, li dijî baregeh û navendên leşkerî yên Amerîkayê yên li Sûriyeyê bi moşek û balafirên bêmirov ên biçek êriş pêk hatibûn ku jêdera wan herêmên serweriya komên girêdayî Îranê bû.

Artêşa Amerîkayê daxuyand ku 3 dronên biçek êrişî baregeha wê ya li herêma Tenefê kiriye, lê tu leşkerên amerîkî birîndar nebûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyand ku du dronên biçek hatine xistin, lê ya sêyemîn li baregehê daye û di encamê de 2 endamên Hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê (hevalbendê hêzên Amerîkayê li herêmê) birîndar bûne.

Berdevkê CENTCOM`ê Joe Buccino destnîşan kir ku êriş nayên qebûlkirin, ji ber ku hêz û şirîkên wan û şerê li dijî DAIŞ`ê dixin xetereyê.

CENTCOM’ê pêncşemê ragihand ku piştî êrişa helîkopterekê, endamekî rêxistina DAIŞ`ê li rojhilatê Sûriyeyê girtiye. Her wiha diyar kir ku ew kes sûriyeyî ye, çalakvanekî ewlehî û ragihandinê ye, tev li xebatên leşkerkirinê bûye, rol di plankirina êrişên rêxistinê de lîstiye. Lê CENTCOM’ê nasnameya wî eşkere nekir.

Koalîsyonê berê jî gelek caran êrişên li dijî baregeha Tenefê ya ku 2016`an hatiye avakirin, têk biribûn.

Baregeh li nêzî sînorên Urdin-Iraqiyê ye. Xwedî girîngiyeke stratejiyek e, ji ber ku li ser rêya Bexda-Şamê ye.”

‘HEVRIKIYA EL SEDR Û ÎRANÊ’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Rêberê Tevgera El Sedr Muqteda El Sedr ji ber Turnuvaya Kupaya Kendavê a 25’an ku li Besrayê hate lidarxistin û Iraq tê de bi ser ket, hevrikiya Îranê didomîne. Rêveberekî tevgerê amaje bi vegera li qada siyasî kir.

Di pîrozkirina tîma Iraqê ya bi serkeftina di turnuveya ‘Kendav 25’ de, rêveberên siyasî yên navdar ên Iraqê ji bikaranîan peyva "Kendava Erebî" dûr ketin. El Sedr piştî bidawîbûna maçê di peyama xwe ya Twitterê de bi gotina “Kendava Erebî” nerazîbûna xwe ya li hember rayedarên Îranê nîşan da. El Sedr di Twitterê de got: "Turnuvayê Iraq bi cilekê nû tijî hezkirin û aştî vegerand nava rêza Ereb. Em spasiya hemû tîmên erebî yên ku beşdarî vê turnuvayê bûne, dikin. Dewletên Kendava Erebî bi xêr hatine Iraqa Ereb a serbilind."

Li beramberî vê yekê rêveber û fermadnarên Iraqê tenê got "Kenaviya Besra 25" bi kar anî an jî  pîrozkirina giştî ya serkeftinê kir. Diyar e ku armanc ji vê yekê ew e ku ji şantajên Îranê dûr bikevin ku gotina "Kendava Erebî" bi tundî red dike.

Serokê bloka El Sedr li parlamentoya Iraqê Hesen El Ezarî amaje bi vegera bloka xwe li xebata siyasî kir. El Ezarî di dîmenekê de ku bi çarçoveyeke fireh de belav bû got: "Serkeftin pîroz be. Înşallah em ê vegerin û mîna ku tîmê standiye, em ê jî bistînin."

Wezîrê çand, şûnwar û turîzmê yê Iraqê Dr. Ehmed El Fekak El Bedranî ji Şerq El Ewsat re got: "Hikumeta Iraqê xwedî li şampiyonayê derket û hemû îmkanên xwe xist xizmeta wê da ku bi birayên xwe yên kendavî û erebî re pîroz bike."

‘TEVGERA SIYASÎ JI BO PÊKANÎNA AŞTIYÊ LI YEMENÊ’

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Yemenê wiha nivîsî: “Bi agahiyên têkildarî nêzîkbûna îmzekirina lihevkirina nûkirina agirbestê û destpêkirina dan û standinên siyasî û aborî yên giştî bi rêya NY`yê, derfetên aştiyê jî li Yemenê zêde bûn.

Hemwextî nîqaên têkildarî berdewamkirina nîqaşên dosyaya mirovî, hin çavkanî behsa van bendan kir; mûçeyên karmendên sivîl û leşkerî dikin a li gorî qaîdeya belgeyan a sala 2014`an, vekirina rêwîtiyên bazirganiyê yên nû ji bo 6 paytextên welatên Ereban û Asyayê, ji nû ve firotina petrol û gazê, vekirina rêya di navbera parêzgehan de û rakirina hemû astengiyên li pêş dahateyên sotmeniyê yên bi rêya benderên Deryaya Sor.

Li gorî ku aliyên siyasî yên Yemenê behsê dikin, lihevkirina li ser van bendan dê xebatê komîteyên leşkerî, siyasî, aborî aktîf bike.

Ev komîte jî dê li ser şopandin û mayîndekirina agirbestê, yekkirina siyasetê, bidawîkirina parçebûna darayî û destpêkirina dan û standinên têkildarî rêgeha siyasî ji bo amadekirina zemîna qonaxa demkî ku di encamê de hilbijartinên giştî bên lidarxistin, kar bikin.

Ruxmî atengiyên di mijara Yemenê de jî, lê navbeynkar bi hêvî ne ku nûkirina agirbestê û aktîfkirina xebatên komîteyên têkildar, dibe ku rê li pêşiya aştiyê li welat veke.”