MXDŞ: Divê welatên din jî komkujiya êzidiyan wek jenosîd nas bikin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li Almanyayê kir ku biryara jenosîda li ser êzidiyan pratîze bike û bang kir ku welatên din jî vê komkujiyê wekî jenosîd nas bikin û kesên bûne sedema Fermanê bên darizandin.

MXDŞ: Divê welatên din jî komkujiya êzidiyan wek jenosîd nas bikin
21 ÇILE, 2023   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser biryara naskirina komkujiya êzidiyan a sala 2014’an a ji aliyê Almanyayê ve Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tenê bi gotinê nabe divê welatên ev komkujî wek jenosîd naskirine di aliyê pratîkî de kar û xebatên xwe bidin meşandin û hat gotin: “Divê ew bendên di çarçoveya jenosîdê de ne li gor berjewendiyên êzidiyan bên gurhertin.”

Her wiha Meclisê bang li welatên navneteweyî kir ku kesên bûna sedema Fermanê bên darizanidin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di serî de em spasiya dewleta Alman û hemû perlemanterên wî welatî dikin ku di biryara jenosîd naskirina komkujiya êzdiyan de destek dane. Ev biryar ji bo civaka êzidî girîng e û lazime hemû welatên din jî vê komkujiyê wek jenosîd nas bikin.

Di bendên biryarê de qebûlkirina wan zarokên ji çeteyên DAIŞ’ê çêbûne, pêwîste li birçav bê derbaskirin, ji ber ku di nava civak me de nayê qebûlkirin. Erka li ser Meclisa Ruhanî ya êzdiyan e li ser vê mijarê bisekine.

Ferman û qirkirina êzdiyan heta niha bi dawî nebûye, PDK ku sedema Fermanê ye li ser gelê me yê koçber siyasetê dike. Wan ji berjewendiyên xwe yê hizbî re bi kar tîne û dike dijminê koka wan.  Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an jî heman plana tinekirina êzdiyan e, ev peyman me ji berê de wek fermana dibin navê qanûnê de bi nav kir. Em bang li hemû welatên ku dixwazin komkujiya êzidiyan wek jenosdî nas bikin, dikin ku peymana 9’ê Cotmehê bê betalkirin

Jenosîd girîng e, lê ji wê girîngtir pêşîgirtina li fermana gel e. Em gihîştine wê baweriyê, eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermana neyê girtin. Pêkanîna vê daxwaza civaka êzidî pêwîste were pejirandin.”

(cx)