​​​​​​​Malbatên şehîdan tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Malbatên şehîdan ên Minbic û Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku cezayên dîspilînî yên li dijî rêber Ocalan ne li gor pîvan û qanûnên navneteweyî ne.

​​​​​​​Malbatên şehîdan tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
21 ÇILE, 2023   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker a ku li hember berxwedana gerîla têk çûye, êrişên xwe yên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Di heman demê de tecîreke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ê ku ev 24 sal e di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin, ferz kiriye û ji 22 mehan ve daxwazên parêzan ên dîtina rêber Ocalan red dike. 4'ê vê Çileyê Dadgeha Bursayê bi hinceta cezayên dîsiplînê qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan û girtiyên din 3 mehên din dirêj kir.

Malbatên şehîdan ên Minbicê bêdengiya hêzên navneteweyî ya der barê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir û piştgiriya xwe bi gerîlayan re anîn ziman.

ʹEM Ê DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDAN BIPARÊZINʹ

Bavê şehîd Mutesim Bîllah El Îdo, Mehmûd El Îdo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, balafirên şer û çekên giran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze gelan qir bike û berxwedana wan a ji bo azadiyê têk bibe.

El Îdo got: ʹʹHêzên navneteweyî bi çavê xwe sûc û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibînin, lê hîn jî bêdeng in. Derveyî wê jî dîroka dewleta Tirk a dagirker tijî komkujî ye.”

El Îdo destnîşan kir ku şêniyên herêmê dê heta dawiyê xaka xwe biparêzin û rê nedin dagirkeran ku destkeftiyên bi saya şehîdan hatin bidestxistin, binpê bikin.

ʹDEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVETEWEYÎ BINPÊ DIKEʹ

Dayika şehîd Ehmed El Casim, Fatme Ebdurezaq Izo got: ʹʹEm rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku xaka me dagir bike. Di oxira parastina ewlehî û istqrara herêmê de me berdêlên giran dan û em ê hîna jî bidin."

Fatme Izo diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên qedexekirî û yên kîmyewî bi kar tîne û hemû pîvan û qanûnên navneyeweyî binpê dike.

Fatme Izo di dawiya axaftina xwe de got: "Bi hêz û têkoşîna xwe em ê piştgiriyê bidin gerîla. Em ê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me bisekinin. Em ê li ser xeta rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin heta ku azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin."

Malbatên şehîdan ên Tebqayê jî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û got, ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku rêber Ocalan fîzîkî azad bibe.

ʹEM Ê ŞOPDARÊN XETA RÊBERTÎ BINʹ

Dayika şehîd Aya Pêç, Sumeya Ziêr tecrîd û cezayê dîsiplînê yên li ser rêber Ocalan hatine ferzkirin şermezar kir û anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya rêbertî were mîsogerkirin ew ê her şopdarên doza xwe bin.

Sumeya Ziêr her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê yên li hundirê girtîgeha Îmraliyê ceza bikin.

ʹJI BO ŞIKANDINA TECÎRDÊ DIVÊ CÎHAN BIKEVE TEVGERÊʹ

Dayika şehîd Yehya El Şiêb, Xewla El Şiêb jî biryara dirêjkirina qedexeyê hevdîtina rêber Ocalan bi parêzerên wî re şermezar kir û got, divê tevahî cîhanê bikeve tevgerê û ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk biryarekî bidin.

Xewla El Şiêb da zanîn ku dayikên şehîdan bi carekê tecrîd û cezayên dîspilînê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Ocalan pêk tîne şermezar dikin.

BANGA CEZAKIRINA DEWLETA TIRK

Xwişka şehîd Ezîz Temo, Gulistan Temo destnîşan kir ku armanc ji cezayên dîspilînî ew e ku rêber Ocalan parêzer û malbata xwe nebîne û fikrên wî ji gel bên dûrxistin.

Gulîstan Temo ji ber biryar û qanûnên wê yên dermirovî banga cezakirina dewleta Tirk kir.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jGKg8yCh2lc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>