ʹBerxwedana şêniyên Efrînê ji siyasetên komplogeran bihêztir eʹ

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Esed Menan diyar kir şêniyên Efrînê bi berxwedan û îradeya xwe hemû siyasetên hêzên kompolger têk birin û dev ji doza xwe ya rizgarkirina Efrînê wê bernedan.

ʹBerxwedana şêniyên Efrînê ji siyasetên komplogeran bihêztir eʹ
21 ÇILE, 2023   04:45
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

20'ê Çileyê salvegera destpêka êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê ye. Dewleta Tirk di van êrişan de hemû cûreyên çekên pêşketî, gazên jehrê û balafir bi kar anîn. Şêniyên Efrînê di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de 58 rojan li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî raber kir.

ʹARMANCA LAWAZKIRINA BERXWEDANÊ YEʹ

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Esed Menan bal kişand ser qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şêniyên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê hatin kirin.

Esed Menan got: "Şêniyên Efrînê piştî bi darê zorê hatin koçberkirin, kantona Şehbayê wekî nuqteyekê ji xwe re girt û di nava 5 kampan û malên nîvwêrankirî dest bi qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê kir. Lê tankên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li navçeyên dagirkirî yên bakur û rojhilatê kantonê bênavber wan dikin hedef."

Menan anî ziman ku topbarana li ser koçberên li Şehbayê berdewama êrişên dagirkirinê yên li ser kantona Efrînê ne û wiha domand: "Bi dagirkirina Efrînê re dewleta Tirk a dagirker planên guhartina demografî, têkbirina jîngeha kantonê û lawazkirina berxwedana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê danîn. Dewleta Tirk ji bo ku van planan pêk bîne gelek siyaset, di nav de şerê taybet, topbarana domdar a bê ketober da meşandin. Ji ber vê topbaranê gelek komkujî çêbûn û di encamê de bi dehan zarok, kesên tememmezin û jin bûn qurbanî."

PLANEKE HEVBEŞ

Der barê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê de Menan diyar kir ku dorpêç beşek ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantonê ye û got: "Piştî 5 salan ji koçberiya bi darê zorê, hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser kantonê ferz kiriye û nahêle madeyên sereke derbasî kantonê bibin. Ev dorpêç jî planeke hevbeş a bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî koçberên Efrînê ye."

Esed Menan destnîşan kir ku armanca hikumeta Şam û dewleta Tirk a dagirker ji van siyasetan lawazkirina berxwedana şêniyan û dûrxistina wan ji doza rizgarkirina Efrînê, pêkanîna planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bicihanîna xewnên Osmaniyan e.

ʹLI HEMBERÎ HEMÛ ÊRIŞAN EM LI BER XWE DIDINʹ

Menan anî ziman ku di 5 salên borî de îsbat ku îradeya gelê berxwedêr bi taybet a şêniyên Efrînê ji hemû mercan bihêztir e û got, şêniyên Efrînê bi berxwedan û îradeya xwe hemû siyasetên hêzên kompolger têk birin û dev ji doza xwe ya rizgarkirina Efrînê û vegera li wê bernedan.

Menan bal kişand ser bêdengiya rêxistinên mirovî û saziyên têkildarî mafên mirovan a li hemberî rewşa dijwar a koçberên Efrînê û wiha pê de çû: "Ji bilî berxwedanê tu vebijêrk li pêşiya şêniyên Efrînê tune ye. Ji xwe ev li ber çavan e. Em dibînin çawa di kampan û malên hilweşiyayî de li hember sermaya zivistanê bê alavên germkirinê li ber xwe didin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Esed Menan destnîşan kir ku şêniyên Efrînê bi zarok û mezinên xwe xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dikin da ku planên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê têk bibin û got: "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em li hemberî tevahî planên bi armanca şikenandina îradeya me û lawazkirina berxwedana me disekinin.ʹʹ

(mh)

ANHA