ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2023
20 ÇILE, 2023   23:00

- Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ku ji 2014`an heta niha gelek ezmûnên dijwar serkeftî derbas kirin û got: “Ev model ne tenê ji bo siberoja Sûriyeyê ye, ji bo krîzên Rojhilata Navîn jî modela çareseriyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Minbic û Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku cezayên dîspilînî yên li dijî rêber Ocalan ne li gor pîvan û qanûnên navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bêrîvan Xalid anî ziman ku nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê dê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be û got, pêwîstiya Sûriye bi lihevkirineke nîştimanî ya navxweyî heye. (BI WÊNE).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Esed Menan diyar kir şêniyên Efrînê bi berxwedan û îradeya xwe hemû siyasetên hêzên kompolger têk birin û dev ji doza xwe ya rizgarkirina Efrînê wê bernedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokeşîr û rûspiyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê destnîşan kirin ku tevgerên şaneyên veşartî yên DAIŞʹê rasterast bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ve girêdayî ne û got ku dewleta Tirk, DAIŞ zindî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şirketa Rcell amadekariyên birêxistinkirina yekemîn pêşangeha teknolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pêşengeh wê 27 û 28ʹê vê çileyê were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA