PYD: Rêveberiya Xweser modela çareseriya siyasî ye

PYDʹê salvegera 7ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser li gelê herêmê pîroz kir û got, Rêveberiya Xweser modeleke çareseriya siyasî ya ku li gorî biryara navneteweyî ya 2254ʹan e.

PYD: Rêveberiya Xweser modela çareseriya siyasî ye
20 ÇILE, 2023   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

21ʹê Çileya 2014ʹan , Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Cizîrê hat damezirandin, piştre li kantonên Efrîn û Kobanê jî Rêveberiya Xweser hat ragihandin.

Bi boneya salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser,  Meclisa Giştî  ya PYDʹê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

21ʹê Çileyê salvegera 7ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ye. Rêveberiya Xweser wekî modela yekemîn a demokrasî li ser asta Sûriyeye ye.

Di demekê de ku li gelemperiya herêmên Sûriyeyê şerê di qonaxên xwe yên herî dijwar de bû, sûrî dihatin qetilkirin û koçberkirin, xetereya terorê zêdetir dibûn û projeyên parçekirina Sûriyeyê di daîreyên îstîxbaratên herêmî de dihatin plankirin, hêzên siyasî û leşkerî yên ku berhemên Şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan, yên ku xeta sêyemîn hilbijartin, bi awayekî çalak dest bi avakirina modela jiyana hevbeş li herêma Cizîrê dikirin. Xeta sêyemîn a ku hatî hilbijartin hêviyên gelên me yên di guhertina demokrasî îfade dike û bi xwezaya xwe ya civakî û sazumaniya xwe ya felsefîk û îdarî li dijî xeta muxalefeta kilasîkî û xeta pergala navendî ya destpotî ye. Bi pêşengiya PYDʹê, hêzên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zemîna rêveberî û siyasî ya projeya Rêveberiya Xweser danî. Piştî rizgarkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê QSDʹê ve ji çeteyên DAIŞ ên terorîst, 7 rêveberiyên xweser û sivîl hatin avakirin ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne.

Di navîna Adara 2011ʹan de li Sûriye tevgera gel dest pê kir. Ev tevger berdewama şoreşên buhara gelan bû. Wekî tevahî gelên Rojhilata Navîn, gelê Sûriyeyê daketin qadan û banga demokrasiyê kir. Lê zihniyeta destpotî ya navendî, alava şer û ajnîdeyên herêmê û navneteweyî tevgera şoreşa ji xeta wê derxist û hêviyên gelê Sûriyeyê têk birin. Berovajî herêmên din, bajarên Qamişlo û Hesekê û tevahî bajarên bakur û rojhilatê  Sûriyeyê bi pêşengiya TEV-DEMʹê ya ku ji malzaroka têkoşîna Kurdên li Sûriyeyê ava bûye,  ji bo şoreş û pêkanîna guhertineke demokratîk xeteke taybet esas girt. Pê re PYDʹê, li gel hêzên siyasî yên ku nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çerkes, Misliman, Xiristiyan û Êzidî) dikin, li gorî rêgeza jiyana hevbeş û xwişk û biratiya gelan, dest bi avakirina sîstemeke exlaqî û polîtîk kir ku bi pêşengiya jina azad û bi rihê ciwanan nûnertiya wan hemûyan dike. Di vê çarçoveyê de kevirê bingehîn ê xurt ê peymana civakî ya Rêveberiya Xweser danî. Ev peyman hêviyên pêkhateyên herêmê û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî demokratîk, di serî de pirsgirêka kurdî îfade dike.

Piştre bi awayekî fermî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li sê kantonan, Cizîrê di 21ʹyê Çileya 2014ʹan, piştre Efrîn û Kobanê di heman mehê de fermî hat ragihandin. Rêveberiya Xweser serkeftin û destkeftiya herî girîng a ku Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ye ya bi serkêşiya jinan û berdêlên giran ên YPG û YPJʹê ye. Her wiha gaveke şoreşgerî ya xurtkirina parastina xweser a rewa û damezirandina sîstemeke demokratîk a ber bi civaka exlaq û polîtîk ve  ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya felsefeya neteweya demokratîk de hat avakirin. Ev rêveberî nûnertiya tevahî gelan, bêyî dûrxistina pêkhate an jî beşekî civakî dike. Rêveberiya Xweser karî li hemberî hemû astengî û zehmetiyan, bi taybet ên ku ji aliyê Erdogan ve hatin derxistin, bisekine. Rêveberiya Xweser li ber xwe da, di hemû qadên civakî de xwe pêş xis. Rêveberiya Xweser îro bala tevahî sûriyayên azadîxwaz û tevahî azadxwazên cîhanê dikişîne ser xwe. Rêveberiya Xweser modela nîştimanî ya her çalak e û ji aloziya Sûriyeyê dikare bibe çareserî, nemaze di demekê de ku şer li hundirê Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê rû dide.

Em PYDʹê diyar dikin ku modela Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriye û tevahî pirsgirêkên herêmê çareseriya yekane ye. Li gorî nêrîn, tîgîna navendî ya demokratîk û beşdarbûna hemûyan di rêveberiyê de, Rêveberiya Xweser mafên gelê Sûriyeyê mîsoger dike. Pêkanîna vê modelê wekî modela çareseriya siyasî li gelemperiya erdîngariya Sûriyeyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254ʹan e.

Di dawiyê de, em vê salvegerê li gelê xwe û tevahî kedkarên Rêveberiya Xweser pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em şehîdên azadiyê bi bîr tînin û dibêjin ku şehîdên azadiyê wê ji bo me meşala bimînin. Em ê şopdarên rêya wan bin heta ku tevahî armanc û nirxên ku ji wan şehîd bûne, bi cih bînin."

) bb)