Şêniyên Girê Spî ji bo germkirinê plastîkan dişewitînin

Şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî li şûna sotemeniyê ku biha ye, bermahiyên sewalan, plastîk û êzîngan bi kar tînin.

Şêniyên Girê Spî ji bo germkirinê plastîkan dişewitînin
20 ÇILE, 2023   16:56
EYN ÎSA

Mîna herêmên din ên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin,  şêniyên kantona Girê Spî ji ber buhabûn û tunebûna hêmanên sereke yên jiyanî wekî nan û germkirinê zehmetiyan dikişînin.

Ji ber bilindbûna buhayê mazotê ku her bermîlek bi 200 hezar lîreyên Sûriyeyê ye, şênî neçar dimînin ku ji bo germkirinê sergîn, plastîk û êzingan bi kar bînin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantonê dane, şênî sergînên çêlekan ji bo germkirinê bi kar tînin. Çavkaniyan diyar kirin ku tûrek bi hicemekî navîn bi 75 lîreyên Sûriyeyê tê firotin.

Di wêneyên ku hate parvekirin de, jineke û zarokên xwe şaxên daran ji bo germkirinê kom dikin.

(bb)

ANHA