​​​​​​​Kombenda Efrîn a Civakî xwest dewleta Tirk were darizandin

Kombenda Efrîn a Civakî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê şermezar kir û bang li wan kir ku sûcdarên şer darizînin.

​​​​​​​Kombenda Efrîn a Civakî xwest dewleta Tirk were darizandin
20 ÇILE, 2023   16:10
QAMIŞLO

Kombenda Efrîn a Civakî bi boneya salvegera 5ʹemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê daxuyanî da.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Efrînê, li çerxerêya Nabî Horî ya bajarê Qamişlo hate dayîn û ji aliyê endama kombûnê Cîhan Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di sala 2018ʹan mîna vê roja reş û biêş de, balafirên Tirkiyê êriş birin ser herêmên ewle yên Efrînê ya ku bi hezaran koçberên sûrî dihewand û destek pêşkêşî wan dikir. Ev êrişa hovane bi desteka komên çekdar û çete yên sûrî hatin kirin. Dagirkeran nasnameya kurdîtî ya herêma Efrînê îmha kir ku ji sedî 98 niştecihên wê Kurd bû."

Di dewama daxuyaniyê îşaret bi sûcên dagirkeran ên li Efrînê hate kirin û wiha hate domandin: "Êrişî cihên dîrokî, mezarên olî û goristanan kirin. Mirî jî ji wan nefilitîn. Ev şerê hovane zêdetirî 58 rojan dewam kir, li beramberî wê berxwedaneke mezin ji aliyê şêniyan ve hate raberkirin ku berdêlên wê jiyana xwe da. Di encama êrişên hovane de niştecihên resen bi darê zorê hatin koçberkirin. Heta niha azar, binpêkirinên li dijî kevir, dar û  şêniyên li Efrînê mane dewam dikin. Bi hinceta standina fidiyê, şênî tên revandin û girtin. Heman demê şêniyên Efrînê yên ku bi zorê koçber bûne azarên şer û ambargoyê domdar dikişînin û li hêviya vegera li warê xwe ne."

Kombendê bêdengiya hêzên navneteweyî  ya li hemberî kiryarên dagirkeran ên li Efrîn şermezar kirin û banga rawestandina van kiriyaran û darizandina sûcdarên şer kirin.

Di daxuyaniyê de şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn, bexwedana şervan û şêniyan hate silavkirin û hate gotin: "Efrîn dozeke îroyînî ye ku bi xurtî di nava tevahî hewldanên me de ye. Em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî û Neteweyên Yekûbyî dikin ku zextê li Tirkiye bikin bila dagirkeriya xwe ya li herêmên me bi dawî bike. Her wiha vegera bi rûmet û ewle ya  şêniyên me ya bi çavdêriya navneteweyî dabîn bikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

(bb)

ANHA