Bêrîvan Xalid: Pêwîstiya Sûriyeyê bi lihevkirineke nîştimanî heye

Bêrîvan Xalid anî ziman ku nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê dê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be û got, pêwîstiya Sûriye bi lihevkirineke nîştimanî ya navxweyî heye.

Bêrîvan Xalid: Pêwîstiya Sûriyeyê bi lihevkirineke nîştimanî heye
20 ÇILE, 2023   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid li ser nêzîbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ya bi navbeynkariya Rûsyayê ji ANHAʹyê re axivî.

ʹLIHEVHATINA ŞAM Û ENQEREYÊ WÊ LI SER HESABÊ GELÊ SÛRIYEYÊ BEʹ

Bêrîvan Xalid di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku nêzîbûna her du aliyan wê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be û ev nirxandin kir: "Têkildarî nêzîbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de anku normalîzkirina têkiliyan, ji bo Erdogan ne tiştekî hêsan e ku behs bike. Ruxmî ku her du alî elaqeya bi gelê Sûriyeyê re wekî hincet ji xwe re diafirînin, lê em dizanin ku her meyeleke sûrî an jî tirkî di vê çarçoveyê de wê tenê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be."

Bêrîvan Xalid bal kişand ser bandor û encamên lihevhatina her du aliyan jî û ev tişt got: "Em ê li pêşberî geşedanên nû rû bi rû bimînin. Wê aloziya Sûriyeyê bigirêktir bibe û hewldanên çareserî û pêkanîna istiqrarê lawaz bibin. Di encamê de wê welat ber bi parçebûnê ve biçe û dagirkeriya Tirk xurttir bibe. Her wiha dê xwîna Sûriyayan zêdetir were rijandin û dê hêviya gel ên di guhertinê de têk bibe."

Bêrîvan Xalid bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji bo berjewendiyên xwe destek da ku tevlihevî li herêmê belav bibe û wiha domand: "Ji ber vê yekê em bawer nakin ku xema her du aliyan Sûriye û pêşeroja wê ye, lê berjewendiyên xwe esas digirin, nemaze ku Erdogan nêzî hilbijartinan dibe ku dê navîna îsal werin lidarxistin. Şamê jî dixwaze bi çi awayî be têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî vegerîne."

ʹARMANCA ME PÊKANÎNA GUHERTINEKE DEMOKRATÎK Eʹ

Bêrîvan Xalid diyar kir ku helwesta Rêveberiya Xweser ji vê nêzîkbûnê zelal e û wiha pê de çû: "Em di Rêveberiya Xweser de li dijî her lihevkirineke li ser berjewendiyên gelê me û tevahî gelê Sûriyeyê ne. Em hewl didin atmosfêra çareseriya demokratîk peyda bikin. Lê hin alî li ser hesabê Sûriyeyê bazaran dikin. Ev  yek jî wê rewşê aloztir bike û Sûriye ber bi parçebûnê ve bibe. Heman demê ligel lihevhatinên dûrî xwestek û îradeya gelê Sûriyeyê wê careke din teror belav bibe. Herêmên me herêmên sûrî ne û bi her geşedaneke sûrî bi bandor dibin û bandorê dikin. Lê vebijirkên me berxwedan û pêkanîna armancên guhertineke demokratîk ên gelê me ne. "

Bêrîvan Xalid anî ziman ku heger hewldanên lihevanîna Şam û Enqereyê bi ser bikevin dê rasterast bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û got: "Li gorî nîqaşan, axaftin li ser peymana Edane û yên mîna wê hene. Eger Şam lihevhatinê bipejirîne wê demê dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê rewa dike û careke din rê li ber dagirkirinê vedike."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi awayekî mezin di hedefa dewleta Tirk  a dagirker de ye û dewleta Tirk ji bo ku vê projeyê tune bike wê hemû hewldanan bike.

Bêrîvan Xalid bi domdarî got: "Diyar e ku meyla Erdogan a di vê pêvajoyê de meylên taktîkî ne û armanca wî hilbijartin e. Eger bi Şamê re bighêje lihevkirinekê, wê îhtîmala êrişeke nû ya Tirkiyeyê li ser herêmên me ne dûr be."

ʹLIHEVKIRINA NAVXWEYÎ PÊWÎSTIYEKEʹ

Bêrîvan Xalid diyar kir ku li şûna lihevanîna her du aliyan, pêwîstiya Sûriye bi lihevkirineke nîştimanî ya navxweyî heye û ev tişt anî ziman: "Li hemberî hewldanên pêkanîna bazarên dualî yên bêyî girtina nêrîna gelê Sûriyeyê pêwîstî bi desteka navneteweyî ya yekbûyî heye. Ji ber ku her bazareke van herdu aliyan wê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya xeternak."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bang li hêzên ku destpêka aloziya Sûriyeyê xwe spartin dewleta Tirk a dagirker kir ku hesabên di ber çavan re derbas bikin û fam bikin ku ku dewleta Tirk wan wekî kaxezekê ji bo armancên xwe bi kar dianî. Her wiha got: "Teqez wê dewleta Tirk dev ji çeteyan berde. Heger ne niha be wê di demên bê de be. Bi wateyeke din, sûriyayên ku xwe dispêrin dewleta Tirk a dagirker gelekî şaş in, ji ber ku dewleta Tirk tu carî destek neda tu aliyên li herêmê an cîhanê ku pêşeroja xwe ava bikin, lê belê her tim mercan ji bo berjewendiyên xwe  bi kar tîne û rola wê ya di Sûriyeyê de vê yekê eşkere radixe ber çavan."

(bb)

ANHA