Li Qamişlo bi hezaran kesî êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Qamişlo bi du xwepêşandanên cuda, şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn, êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê şermezar kir û biryardariya têkoşînê nîşan da.

Li Qamişlo bi hezaran kesî êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa şermezar kirin
Li Qamişlo bi hezaran kesî êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa şermezar kirin
Li Qamişlo bi hezaran kesî êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa şermezar kirin
Li Qamişlo bi hezaran kesî êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa şermezar kirin
Li Qamişlo bi hezaran kesî êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa şermezar kirin
Li Qamişlo bi hezaran kesî êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa şermezar kirin
19 ÇILE, 2023   13:19
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana şehîdên girtîgeha Hesekê em ê dagirkeriyê têk bibin” bi hezaran şêniyên navçeyên kantona Qamişlo (Til Hemîs, Til Birak, Amûdê, Tirbespiyê), endamên TEV-DEM`ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, endamên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran ji Çarxerêya Sonî ya li rojhilatê bajarê Qamişlo dest bi meşê kir û di kolana sereke ya navarasta bajêr re geriyan.

Bênavber dirûşmeyêAn silavkirina berxwedana gelan ên mîna “Bijî berxwedana Pêngava Gurzê Gelan” û “Bijî Berxwedana Serdemê” hatin berzkirin.

Xwepêşandêran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û Berxwedana Serdemê û şaxên zeytûnan hatin hildan.

Li Çarxerêya Şehîd Robar Qamişlo ya nêzî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo xwepêşandan veguherî mitîngê. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û têkoşîn û berxwedana hêzên leşkerî û ewlehiyê bi bîr xist.

Cewahir behsa têkoşîna hevpar a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û fedakariyên şehîdan kir, ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê têk birin.

Cewahir wiha dom kir: “Ruxmî ku salek di ser êrişên çeteyên DAIŞ`ê û piştevanên wê ya li dijî Girtîgeha Sînaa re derbas bûye jî, hîna balafir û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berdewam dikin. Dewleta dagirker welatiyan dike hedef, piştgiriyê dide çeteyan da ku ji nû ve êrişan pêk bînin. Bi vê armanc dike ku vîna gel bişikîne û planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.”

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçer jî xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê de dest pê kir û di kolana sereke ya navçeyê re dewam kir. Wêneyên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin rakirin û diroşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Li pêşiya Nexweşxaneya Selam a rojhilatê navçeyê, Hevseroka Meclisa Navçeya Çilaxa Zulfa Bedro axivî. Zulfa diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî Girtîgeha Sînaa ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû plankirin da ku têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

Zulfa bang li pêkhateyên herêmê kir ku heta qewitandina dagirkeran têkoşînê bilind bikin.

Endamê Meclisa Navçeya Til Koçer Mehmûd Salih jî destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedanê bidomînin.

Endama Rêveberiya Kongra Star Nezha Seyfedîn jî pesna rol û fedakariyên şehîdan daû got ku Pêngava Gurzê Gelan serkeftinek mezin a gelên berxwedêr li hember zilm û zordestiyê ye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uSgT2Baaji8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>