Li Quneytîrayê di stasyona sotemeniyê teqîn

Hemwextî aloziya sotemeniyê li herêmên serweriya hikumeta Şamê, çekdarên nenas mayinek di stasyona sotmeniyê ya Quneytîrayê de teqand.

Li Quneytîrayê di stasyona sotemeniyê teqîn
19 ÇILE, 2023   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), mayina ku çekdarên nenas vê sibehê li stasyona Sadcop a sotemeniyê ya girêdayî hikumeta Şamê de bi cih kiribû, teqiya.

Stasyon li ser rêya Şam-Quneytîrayê ye. Hat ragihandin ku zirarên madî yên mezin di stasyonê de pêk hatine.

Ev yek hemwextî aloziya sotemeniyê ya dijwar a li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de pêk tê.

(cx)