​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî

Meclisa Civaka Ermenî salvegera 16′an a sîûqastkirina rojnamegerê ermenî Hrant Din li Parka Xwendinê ya Hesekê bi bîr anî.

​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî rojnameger Hrant Dink bi bîr anî
19 ÇILE, 2023   13:51
HESEKÊ

Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê merasîma bîranîna salvegera sîûqastkirina rojnamegerê ermenî Hrant Dink li dar xist. Di merasîmê de bi dehan endamên sazî û meclisên sivîl ên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Li dîwarê hole alên Meclisa Civaka Ermenî û pankartên "Em ne şerxwaz in, em aştîxwaz in" û wêneyên rojnameger Hrant Dink hatin daliqandin.

Li wir endamê Meclisa Civaka Ermenî McGradge Katangian axivî û wiha got: "Şehîd di civînên xwe de li ser doza Ermenî diaxivî û kesên lê guhdar dikin pê bandor dibûn. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ew nefret dikir."

McGradge Katangian da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya gefên xwe hewl dida wî ji doza wî bi dûr bixe, lê wî serî neditewand.

McGradge Katangian di dawiyê de got: "Em Ermen pêşeng û şehîdên xwe ji bîr nakin."

Dûre Hevseroka Ciwanên Meclisa Civaka Ermenî Migri Sarkis helbesteke bi zimnê ermenî li ser rojnameger Hrant Dink xwend.

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana rojnameger hate pêşandan û koma Ararat a navenda çand û hunerê ya Hesekê şanoyek li ser jînname û têkoşîna wî ya parastina netewe û gelê wî pêşkêş kir.

Merasîm bi diruşma "Em hemû Hrant Dink" bi zimanên Ermenî, Kurdî û Erebî bi dawî bû.

Xwedî û serokê edîtoriya rojnameya Armenian Agos, Hrant Dink di 19′ê Çileya 2007′an de ji hêla Ogün Samast ve li Stenbolê hate qetilkirin.

(fr)

ANHA