Li Mabetayê zêdetirî hezar dar hatin birîn

Çavkaniyên herêmî ragihand ku çeteyên “Lîwa Şemal” ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta ya Efrînê zêdetirî hezar darên zeytûnê û darên din birîne.

Li Mabetayê zêdetirî hezar dar hatin birîn
19 ÇILE, 2023   12:37
 ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, darên ji aliyê çeteyên “Lîwa Şemal” û biyaniyên li kantonê ve hatine birîn, li nêzî gundên Gobelek û Avrazê yên navçeya Mabeta ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 5 salên dagirkirina Efrînê de, dewleta dagirker zêdetirî 367 hezar darên zeytûnê û darên din birîne û zêdetirî 14 hezar dar şewitandine.

(cx)

ANHA