Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li rojavayê Helebê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kir. Di encama êrişê de ji çeteyên Lîwa Omer Bin El Xetab ên girêdayî Heyet Tehrîr El Şamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir
19 ÇILE, 2023   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Lîwa Omer Bin El Xetab ên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora bajarokê Orm El Kubra yê li rojavayê Helebê kir û şerekî dijwar rû da. Di şer de çekên giran hatin bikaranîn û li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Girêdayî mijarê, hêzên hikumeta Şamê yên li herêmên derdorê bi cih bûne, bi çekên giran derdora gund û bajarokên Tuqad, Hebate û Behfîs ên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ji destpêka vê mehê ve êriş û hedefgirtinên li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bakurê Laziqiyê û rojavayê Heleb û bejahiyên Idlibê zêde kirin. Ew yek hemwextî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê pêk hat.

Duh, çeteyên Ensar El Tewhîd saetên sibehê êrişên nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Meret Muxes ê li başûrê Idlibê kir, di encamê de şerekî dijwar rû da û li gorî agahiyan kuştî û birîndar çêbûn. Piştî êrişê hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarok û gundên li çiyayê Zawiyê yên li başûrê Idlibê hemleyek pêk anî. Her wiha çeteyên Ensar El Tewhîd jî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê bi moşekan topbaran kirin.

Ji destpêka çileyê ve 17 endamên hêzên hikumeta Şamê, di nav de esfer, hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn, her wiha 5 çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê û Cîhadî Fransî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

(fr)