​​​​​​​‘Divê gelên Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê destekê bidin têkoşînê’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê bikoşin.

​​​​​​​‘Divê gelên Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê destekê bidin têkoşînê’
19 ÇILE, 2023   12:59
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê têkildarî bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî daxuyaniyek da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Elo bi zimanê kurdî û endama heman meclisê Menal Şêxo bi zimanê erebî daxuyanî xwend. Daxuyanî li pêş navenda meclisê ya li Til Qerah a li Şehbayê bi beşdariya endamên meclisê hate xwendin. Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîd Veysî Taş û Mihemed Akar û wêneyên rêber Ocalan hildan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo wijdanê mirovahî û rêxistinên mafên mirovan re tecrîda giran a li dijî rêber Ocalan û hevrêyên wî, gefên Erdogan û alîgirên wî di vê qonaxê de ji neteweya Kurd re gefeke yekser e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan dikeve xizmeta şerxwazan.

Di daxuyaniya meclisê de bang li gelên Rojhilata Navîn, hemû gelên cîhanê û rêxistinên cîhanê yên têkildarî parastina mafên mirovan hate kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û hevrêyên wî dengê xwe bilind bikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

(fr)

ANHA