Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê: Em însiyatîfên bêyî biryara 2254 red dikin

Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê Aram Domanî pesna projeya MSD′ê ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê da û got ku însiyatîfên herêmî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bêyî pêkanîna bendên biryara 2254′an, nayên qebûlkirin.

Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê: Em însiyatîfên bêyî biryara 2254 red dikin
19 ÇILE, 2023   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê di 10′ê Çileyê de li bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê li dar xist. Tê de planek hevbeş a xebatê eşkere kir, lê bendên wê planê diyar nekirin.

Têkildarî mijarê, Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê Aram Domanî wiha got: "Em tevgerên MSD′ê yên têkildarî çareya siyasî erênî dinirxînin. Ji ber ku li gorî biryarên navneteweyî yên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ye. MSD dixwaze di dîtina çareseriya siyasî de bibe şirîk û li gorî van nêrîn û pîvanan tevdigere. Ev tevger erênî ne, xizmeta berjewendî û xeyalên gelê Sûriyeyê dikin."

′ PROJEYA MSD′Ê JI BO PAŞEROJA SÛRIYEYÊ RE GUNCAW E′

Domanî, diyar kir ku wek Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê, ew projeya MSD′ê ji bo paşeroja Sûriyeyê guncaw dibînin û destnîşan kir ku nimûneya hikumê fedral ê nenavendî, rola civaka sivîl di desthilatan de mayînde dike û rola siyasî ya ku nêzî 70 sal in tune ye, xurt dike.

Têkildarî nêrîna hevbeniyê li hember çareseriya aloziya Sûriyeyê, Domanî anî ziman ku çareseriya siyasî bêyî pêkanîna biryara navneteweyî ya hejmar /2254/ ne pêkan e û wiha dom kir: “Li gorî biryarê, divê desteyek hikumê demkî bi tevahî erkên wê, were avakirin. Çi çareseriya siyasî yan însiyatîfek herêmî ku ne li gorî vê biryarê be, hewldana serwerkirina rejîma Esed û nayê qebûlkirin.”

Domanî li ser xalên hevbeş ên bi MSD′ê re ev tişt anîn ziman: "Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê û MSD`ê hemfikir in ku Sûriyeye yekbûyî, xwedî serdestî li ser hemîû sînorên xwe yên cografî û xwezayî, dewletek fedral, serbixwe, xwedî rêveberiyek nenavendî û demokratîk, dewletek laîk (ku olê ji siyasetê cuda dike), rêzê li hember hemû netewe, ol, mezheb û tayîfetab digire, bê avakirin. Her wiha divê piştî pêkanîna biryara 2254′an, destûrek modern li ser axa Sûriyeyê bê nivîsandin.

Divê biryarên navneteweyî yên têkildarî mijarê, ji hêla hemû tayîfe û pêkhateyên gelê Sûriyeyê ve bê erêkirin, ku maf, azadiyên bingehîn, çanda hemwelatîbûn û girêdanbûnê misoger dike. Pergala demokratîk li Sûriyeyê, yekitiya xak û serxwebûna wê were parastin. Hawirdorek guncaw a destûrî û qanûnî ya azad û dirust were ku mafên sivîl ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger dike, bê peydakirin.”

KOMÎTEYA HEVBEŞ A HEVBENDIYA NÎŞTIMANÎ-MSD

Têkildarî siberoja têkiliyên di nava her du aliya de û plana hevbeş a xebatê ku dê li ser were karkirin, Domanî ev tişt gotin: "Têkiliyên me bi MSD`ê re kevin in, ne nû ne. Bi rêya peywendiyên me yên domdar û nîqaşên li ser nêrîn, armanc û tiştên sabit me dît ku lihevkirin û vekirinek li ser nêrînan heye. Ji lew re, me ji bo xurtkirin û kûrkirina vê têkiliyê ev gav avêt. Plana xebatê dê bi awayekî giştî bi rêya komîteya hevbeş a Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê û MSD`ê were diyarkirin.

Tiştê herî sereke tê de, piştgiriya hewldanên siyasî hevbeş ên ji bo bidawîkirina azarên sûriyeyiyan, gihîştina çareseryek siyasî ji bo paşeroja Sûriyeyê ye. Em di vê komîteyê de girîngiyê didin xurtkirina rêbazên peywendiya di navbera sûriyeyiyan de bi awayekî kûrtir. Em hewl didin ku deriyê hevkarî û koordînakirinê bi hemû aliyên nîştimanî ya Sûriyeyê re vekin. Ji ber rêya yekane ya xilasiyê, yekitî û hevgirtina sûriyeyiyan e. Divê em bi pey ajandeyên navneteweyî û herêmî nekevin, divê ajandeyên me ji bo paşeroja yekitiya xaka Sûriyeyê, nîştimanî bin."

(fr/cx)

ANHA