ʹJinên li Lubnanê hêza xwe ji rêxistina jinên Rojava digirinʹ

Endama rêveberiya PYD`ê ya şaxê Lubnanê Şervîn Cûdî got jin li Lubnanê hêzê ji birêxistinbûna jinan a li Rojava digirin û xwe bi rêxistin dikin. Şervîn Cûdî destnîşan kir ku Kongra Star bûye hêzek ku li seranserê cîhanê jinan temsîl dike.

ʹJinên li Lubnanê hêza xwe ji rêxistina jinên Rojava digirinʹ
19 ÇILE, 2023   07:08
HESEKÊ

Kongra Star di encamnameya kongreya xwe ya 9`an de destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşîn û birêxistinbûnê ragihand û destnîşan kir ku ji bo mîsogerkirina şoreşa azadiyê û jiyaneke birûmet dê bi pêşengiya hêza birêxistinbûyî ya jinan erkên xwe pêk bîne.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiye Demokratîk (PYD) û endama rêveberiya partiyê ya Lubnanê Şervîn Cûdî jî tev li kongreyê bû û ji ajansa me re axivî. Destpêkê Şervîn Cûdî kongre li rêber Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û jinên li eniyên berxwedanê pîroz kir.

ʹJIN ZEMÎNA BINGEHÎN A CIVAKÊ NEʹ

Şervîn Cûdî îşaret bi kar û xebatên jinên li Lubnanê kir û got: “Li Lubnanê, jin hêza xwe ji berxwedana jinan a li Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê digirin, ji ber ku kar û xebatên jinan li Rojava, ji bo hemû jinan bingeh e. Ji bo ku rola xwe di meşandina çalakiyên xwe de bilîzin.”

Şevîn  Cûdî destnîşan kir ku jin bingeha civakê û di heman demê de ya jinan e û wiha domand: “Ji ber ku dema guhertinek di her duyan de çêbibe, jêdera wê vîna jinan e ku di têkoşîna li hember zihniyeta baviksalariyê xwe berpirs dibîne.”

Der barê rewşa jinan li Lubnanê de Şervîn Cûdî got: “Jin li Lubnanê ruxmî ku di gelek saziyan de û bi rêjeyeke kêm di parlamentoyê de cihê xwe girtine, lê rastiya xwe nas nekiribû û rola xwe nelîst. Jinên li Lubnanê heta ku rêxistina jinan li Rojava nas kir ku rolek di xurtkirina baweriya wan bi xwe, birêxistinkirin wan de list êdî hewl didin wê di pratîkê de pêk bînin.”

Şervîn Cûdî balkişand ser dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û got: “Êdî jin civak e. Jin li gorî felsefeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan kar û barên xwe bi rêve bibin. Guhertina ku di civakê de çêbûye, bi vîn û hêza jinê ye. Li ser wê esasê têkoşîna jinan ji jinan li Lubnanê re bû jêdera îlhamê. Êdî jinên li Lubnanê pirs dikin, gelo em dikarin mîna jinan li Rojava di hemû qadên jiyanê de vê rolê bilîzin?”

ʹKONGRA STAR HÊZA JINAN Eʹ

Têkildarî Kongreya 2`yemîn a Jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku di 30`yê Tîrmeha 2022`yan de li paytexta Lubnan Beyrûtê li dar ketiye, Şervîn Cûdî wiha anî ziman: “Ji gelek dewletan jin tev li wê kongreyê bûn. Em jî wek jinên lubnanî beşdarî wê bûn. Ne tenê li ser asta Lubnan û Rojhilata Navîn lê belê li ser asta cîhanê jî êdî jin, Kongra Star wek hêzekê dibînin ku nûnertiya wan dike. Ji ber ku Kongra Star ne tenê hêz lê belê rêxistina hemû jinan e.”

Şervîn Cûdî di dawiyê de lidarxistina Kongraya 9`emîn a Kongra Star û tevlêbûna zêde ya jinan wek hêzeke mezin bi nav kir û wiha domand: “Em jin li Lubnanê hêzê ji wê digirin da ku guhertinê pêk bînin û kar û xebatên xwe bi awayekî baş bi pêş bixin. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser bikevin. Ji ber ku serdem serdema şoreşa jinan e û dê bi serkeftinê tacîdar bibe. Em jin teqez dikin ku dê sala 2023`yan bibe sala pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan."

(şx)

ANHA